‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’ 2022-02-28 14:17:39   ENQERE - Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de parastina xwe kir û diyar kir ku mafê wan ê siyaseta demokratîk tê astengkirin. Parêzer Serdar Çelebî jî da zanîn ku tevî teşhîsa demansê, di rapora ATK’ê ya Aysel Tugluk de îmzeya norologan tune ye.    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê cotmeha sala 2014’an ku li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibûn li darxistin, di nav de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî, derheqê 108 siyasetmedarên kurd de doz hatibû vekirin. Di dozê de 22 siyasetmedar girtî tên darizandin û 10’emîn danişîna dozê îro li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.   Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywanê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de gelek parêzer û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Saliha Aydemîr jî amade bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî serokê dadgehê ewraqên ku li dosyayê hatine zêdekirin, xwend. Rapora ATK’ê ya derheqê Aysel Tugluk de jî li dosyayê hate zêdekirin.    LÊGERÎNÊN KEYFÎ YÊN LI QAWÎŞAN   Di danişînî de endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bûlent Parmaksiz mafê axaftinê girt û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê. Parmaksiz, da zanîn ku binpêkirinên heyî hîn zêdetir dibin û wiha got: “Lêgerînên bi keyfî yên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Di nava heman rojê de, serê her 3 saetan carekî li qawîşan du lêgerîn tên kirin. Di lêgerîna roja pêncşemê de me sedema vê ji midûrê girtîgehê pirsî. Ji me re got; ‘em kengî bixwazin, dê lêgerînê bikin.’ Bi zimanekî êrişkar nêz dibû. Di serdema wesayeta leşkerî de jî li girtîgehê mam lê belê tu carî rastî nêzikatiyeke wiha nehatim. Daxwaza min ew e ku ji bo pêşîlêgirtina van sepanan tiştên hewce bên kirin.”    REXNE LI SEROKÊ DADGEHÊ KIR   Parêzer Alî Bozan jî ji ber nêzikatiya hişk a serokê dadgehê ya li hemberî parêzer û siyasetmedaran, rexne li serokê dadgehê kir û got: “Siyasetmedar Ayla Akat Ata ewraqên nû lêkolîn dike û dixwaze parastina xwe bike. Daxwaza me ew e ku destûr bê dayîn da ku Ata parastina xwe bidomîne.”    ‘BIRYARA BINPÊKIRINÊ YA DMME’YÊ HEYE’   Parêzerê Aysel Tugluk, Serdar Çelebî jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û destnîşan kir ku mûwekîla wî di dema girtina xwe de nexweş ketiye û lewma neçar ma ye ku biçe nexweşxaneyê. Çelebî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di serê sala 2021’an de şandin nexweşxaneyê. Li wir çendek tetkîk û lêkolîn hatin kirin û di encamê de diyar bû ku Tugluk bi nexweşiya demansê ketiye. Lewma jî me ji bo berdana wê serlêdan kir lê belê bersivek nehat dayîn. Talokqkirina cezayê wê, girêdayî erêkirina ATK’ê ye. Lê belê DMME di biryara xwe de dibêje ku hewceye ev yek nebe sedema berdanê.”    ‘NEPÊKANE KU LI GIRTÎGEHÊ DERMAN BIBE’   Di berdewamê de jî Çelebî got ku divê rapora ATK’ê bê lêpirsîn û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê, me çendek raporên alternatîf wergirtin. Nepêkane ku nexweşiya demansê li girtîgehê bê dermankirin. Kesên bi vê nexweşiyê dikevin, nikarin parastina xwe jî bikin. Piştî daxwaza me, ji Girtîgeha Kocaeliyê re muzekkere hatiye nivîsandin. Bi nivîsandina muzekkereyê re Tugluk şandin nexweşxaneyê. Di rapora nexweşxaneyê de hat destnîşankirin ku Tugluk kariye tenê çendek pirsan bibersivîne, nexweşiya demansê neguhere û biryara herî dawî ji ATK’ê re hiştin û sewqî wir kirin. Me xwest ATK derheqê rewşa tenduristiyê agahiyan bide me lê me dît ku tenê îdianame li wir hatiye kopîkirin. Têkildarî pirsgirêka tenduristiyê ya Tugluk de hinek çavdêrî, test û tespît hene. Tê de tê gotin ku Tugluk nikare baş bala xwe bide tiştekî, fonksiyonên axaftin û razberkirinê qels bûne. Gelo tevî van tespîtan jî hûn ê biisrar jê bixwazin ku parastina xwe bike? Em, parastinê nakin û dubare dixwazin ku Tugluk were berdan.”    ‘ÎMZEYA NOROLOG TUNE YE’    Bi domdarî Çelebî diyar kir ku tevî nexweşiya demansê, di rapora ATK’ê de îmzeya norologan tune ye û wiha derbirî: “Îmzeyên di raporê de tevek jî yên psîkiyatrîstan in. Nexweşiya muwekîla min girantir dibe û me xwest ku biryareke li gorî rûmeta mirovahiyê bê dayîn û were berdan. Lê ev daxwaza me hate redkirin. Divê Tugluk, di zûtirin dem de bişînin nexweşxaneyê.”   Piştre jî Ayla Akat Ata parastina xwe kir, bal kişand ser 28’ê Sibatê û wiha axivî: “Dema em dibêjin 28’ê Sibatê, du tişt têne bîra me. Ya yekemîn, darbeya post-modern e. Fermandarê Hêzên Deryayî yê wê demê jî got; ‘ne hêzên leşkerî lê hêzên bêçek hikûmet guherand.’ Li gorî min, her du pênase jî rast in. Beriya vê, di sala 1968’an de nivîsek derket ku digot dê Necmettîn Erbakan bibe serokwezîr. Jixwe bû serokwezîr jî. Di serî de nekarîn koalîsyonê ava bikin. Piştre jî bi navê Tevgera Refah Yolê koalîsyonek ava kirin. Erbekan wê demê çû serdana welatên misilman û digot ku li şûna dowîz, bila li ser dînar bazirganî bê kirin. Di dema van serdenan de li Enqereyê jî şerîat di rojevê de bû. Pêvajoya ku AKP’ê ava kirî jî ev darbeya post-modern e.”   ‘EM DIXWAZIN BIBIN HEMWELATIYÊN AZAD’   Ata, piştre jî deklarasyona Mutebeqeta Dolmbahçeyê ya di 28’ê sibata 2015’an de bi bîr xist û wiha domand: “Xala yekemîn a mutebeqetê de qala siyaseta demokratîk tê kirin. Lê niha pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin. Pirsgirêkên ku em dijîn, li her devera Tirkiyeyê nînin. Zimanê min ê dayikê qedexe ye. Her balafira li Amedê radibe, rê li ber fikaran vedike. Deriyên çapemeniyê li me girtî ne. Nizanin bê ka em çi dijîn. Em dixwazin bibin hemwelatiyên azad. Dixwazim ku di nava sînorên vî welaltî de xwe weke kurdekî pênase bikim. Hemû kesî qanûneke bingehîn a nû qebûl kiribû. Hemû Tirkiye guherî lê qanûna bingehîn neguherî. Her devera pergalê eror dide. Dixwazim bibêjim ku ev her 10 xal gelek girîng in. Her çend ku di meclisê de nehatibin qebûlkirin jî, weke deklarasyonekê jî girîng e.”    ŞERÊ ÛKRAYNAYÊ   Siyasetmedar Ayla Akat Ata di berdewamê de qala şerê li Ûkraynayê kir û wiha bi dawî kir: “Di sedsala 20’emîn de du şerên mezin hatin kirin. Bi dîtina neftê re, bandora xwe li welatên ereban jî kir. Wekî her carê, niha jî Rojhilata Navîn bû navenda şer û dagirkeriyê. Sînorên welatan, bi rastekan hatin xêzkirin. Lê ne sînorên Tirkiye û Sûriyeyê. Rûsya, bi îdiaya ku xaka wê ye, kete Ûkraynayê. DYA jî bi hinceta demokrasiyê kete Iraqê. Welatên Rojava, bi hinceta Îsraîlê destwerdana Rojhilata Navîn dikin. Pergala piştî têkçûna Sovyetan hatibû avakirin, ne li gorî rastiya erdnîgariyê bû. Bingeha pirsgirêkan jî ev e. Putîn, xwe weke damezirînerê Rûsyayê dibîne û li ber çavê hemû cîhanê êrişê dide desptêkirin. Ji bilî DYA’yê, kesekî bawer nedikir ku dê Rûsya bikeve Ûkraynayê. Lê yên ku ziyan digihijê, gel in. Hêvîdarim ku di hevdîtinên li Belarûsê de ji bo gelan tiştekî baş derkeve. Em baş pê dizanin bê ka şer tiştekî çawa ye. Divê hemû gelên cîhanê li dijî şer, bi awayekî hevpar tevbigerin. Dinya, ji hêla kadroyên şerxwaz ve tê birêvebirin.”    Danişîna dozê dê piştî navberê bidome.