Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye 2022-02-28 11:43:59   DÎLOK - Malbata Şenyaşar, Nobeda xwe ya Edaletê ya nêzî salekê ye li pêşiya Edliyeya Rihayê bênavber didomand veguhast pêşiya Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê. Malbatê, ji bo berdana Fadil Şenyaşar daxwaznameya îtîrazê da dadgehê.    Di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn hevjîn û 2 kur in Emîne Şenyaşar kuştibûn. Li dijî vê zilma ku li wan hat kirin Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda malbata Şenyaşar di roja 357'an de didome. Malbat nêzî salekê bû li ber Edliyeya Rihayê nobeda xwe digirt. Lê ji bo balê bikişîne ser dosyaya Fadîl Şenyaşar ku dema êrişê hatibû birîndarkirin û piştre hatibû girtin, malbatê îro nobeda xwe veguhast ber derê Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê.    Di danişîna dozê ku di 2'ê nîsana 2021'an de li Meletiyê hatibû dîtin de 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar hatibû birîn.    PANKART HAT VEKIRIN   Malbata Şenyaşar, di saetên zû yên serê sibehê de hat ber avahiya dadgehê û ev pankarta "2 zarok û hevjînê min li nexweşxaneyê kuştin! Kesek jî girtî tuneye. Bi fermana serdestan kurekî min 4 sal in di hucreya yekkesî de girtî ye. Ji bo kurê xwe bi lezgînî berdanê dixwazim! #JiMalbataŞenyaşarReEdalet ji bo herkesî edalet! (#ŞenyaşarAilesineAdalet Herkes için adalet!)” vekir û bi tevlîbûna parêzer Bulent Dûran daxuyanî da.    'EM Ê NOBEDA XWE ÎRO LI VIR BIGIRIN'   Di daxuyaniyê de Ferît Şenyaşar axivî û ev tişt got: "Êriş li kargeha me hat kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me b hovîtî hatin kuştin. Ji ber ku yê kuşt parlamenterê desthilatê ye daraz pêk nehat. Komkujî ne bes bû birayê (Fadil Şenyaşar) me jî 4 sal in di hucreya yekkesî de girtî ye. Biryar niha li Dadgeha Îstînafê ye. Bi dayika xwe re em ê îro nobeda xwe li vir bidomînin. Em ê daxwaz bikin ku bi heyeta ku li biryarê binêre re hevdîtin bikin. Em ê neheqiya ku hatiye kirin vebêjin. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."   DAXWAZNAMEYA BERDANÊ     Piştî daxuyaniyê malbat ji bo ku daxwaznameya îtîrazê ya ji bo berdana Fadil Şenyaşar bide Serokatiya Daîreya Cezaya Îstinafa Duyemîn a Herêma Dîlokê bi Parêzer Bulent Dûran re derbasî avahiya Dadgeha Edliyeya Herêmê û Îdareyê ya Dîlokê bû.