Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan 2022-02-28 10:12:13   RIHA - Li Rihayê, polisên bimotorsîklet, bi hinceta ku guh li hişyariya wan a "raweste" nekirine tundî li 3 kesan kirin. Piştre jî her sê kesan binçav kirin.    Li taxa Sancaktar a navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, polisên Yûnûs (bimotorsîklet), bi hinceta ku guh li hişyariya wan a "raweste" nekirine yek jê bimotorsîklet tundî li 3 kesan kirine. Piştre jî polisan her sê kesan binçav kirine. Bûyer duh êvarê pêk hatiye. Hat angaştkirin ku welatiyê bimotorsîklet guh li hişyariya "raweste" ya polisan nekiriye û reviyaye. Polisan welatî girtine û bi çoyan lê dane. Ji ber ku welatiyên li derdorê bertek nîşanî wan didin polis asta tundiya xwe bilindtir dikin û ji bo belavkirina welatiya gule berî hewa didin.     Rexmî ku ev tundiya polisan kêlî bi kêlî hatiye qeydkirin jî Walîtiya Rihayê, angaşt kir ku welatiyan êrişî polisan kirine û 4 polis birîndar bûne.