Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir 2022-02-28 09:52:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Rûsyayê û Ukraynaê de di roja 5’emîn de ye. Ji xeynî Tirkiyê ji her deverê dinyayê biryarên cezakirina Rûsyayê hene. Şêwirmendê Serokatiya Dewleta Ûkraynayê Mykhailo Podolyak daxuyand ku hevdîtina wan a li gel Rûsyayê dest pê kir.    Rûsyayê di 24’ê Sibatê de li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin. Şer li bajarên li qeraxê Derya Reş dijwar bûye. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 14’ê jê zarok 352 sivîl mirin e. Ji xeynî Tirkiyeyê ji her devera welatên cîhanê derbarê aboriya Rûsyayê de biryarên cezakirinê girtin. Fermana Putin a ku di nav de çekên nukleerî jî di nav de hêzên berteng amade bin, rageşiyê gihand de asteke bilind.   Yekîtiya Ewropayê di dîrokê de cara ewil dê bi bihayê 450 milyon Euro çek, bi bihayê 50 milyon Euro sotemenî û gelek amûrên din ji bo Ukraynayê bişîne. Di nava amûrên dê bên şandin de balafirên şer jî hene.    Li aliyê din Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbû jî biryara pêşnûmeya ku bi beşdariya 193 welatên endam Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî îro bi mijara Ukraynayê bi awayek awarte bicive erê kir.    Hemû awir zivirîn ser hevdîtin ango muzakereya Rûsyayê û Ukraynayê ya dê îro li ser agirbestê were kirin. Çaverê ye ku dê ka çi ji vê muzakereyê derkeve.    Hemû hûrguliyên li ser xeta Rûsya û Ukraynayê diqewimin kêlî bi kêlî wiha ne:   22.25 HEVDÎTINA DIN DÊ LI SÎNORÊ POLONYA-BELARÛSÊ BÊ ÇÊKIRIN   Cîgirê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Medînskiy piştî civîna li Belarûsê ya şandeyên Moskova û Kievê daxuyanî da. Medînskiy, daxuyand ku hevdîtin nêzî 5 saetan dewam kiriye û hevdîtina bê dê li sînorê Polonya-Belarûsê bê kirin û got: "Me û Ûkraynayê biryara domandina guftûgoyê da. Hevdîtina dudoyan, dê çend rojên din li sînorê Polonya-Belarûsê bê çêkirin."      20.11 ZELENSKÎ SERLÊDANA JI BO TEVLÊBÛNA YE'YÊ ÎMZE KIR   Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelînskiy ragihand ku daxwaznameya ji bo tevlêbûna Yekîtiya Ewropayê (YE) îmze kiriye.   20.09 PIŞTÎNÎYA REŞ A PÛTÎN HAT BETALKIRIN   Federasyona Tekwandoyê ya Cîhanê piştînîya reş a Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn betal kir.    19.45 HEVDÎTIN BI DAWÎ BÛN   Civîna di navbera şandeyên Moskovayê û Kîevê de ya li Belarûsê piştî 6 saetan bi dawî bû.    18.55 LI ÎZLANDAYÊ ÊRIŞ BIRIN SER BALYOZXANEYA RÛS    Balyozê Rûsyayê yê Reykjavîkê Mîhaîl Noskov, hat diyarkirin ku êrişî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Îzlandayê hatiye kirin û gef li dîplomatan hatiye xwarin.    18.24 TÛRA SISÊYAN A HEVDÎTINAN DEST PÊ KIR    Şêwirmendê Îdareya Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ûkraynayê Mihail Podolyak, daxuyand ku hevdîtinên di navbera Rûsya-Ûkraynayê de yên li Belarûsê didomin. Podolyak got: "Guftûgoya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de diome. Piştî çend deqeyan dê tûra sisêyan a hevdîtinan dest pê bike."    15.32 JI AMERÎKAYÊ DANIKIRINÊN NÛ    Wezareta Xezîneya ya Amerîkayê, aşkera kir ku li dijî Banqaya Navendî ya Rûsyayê biryareke nû ya danekirinê girtine. Wezaretê, ji bo Banqaya Navendî ya Rûsyayê û Fona Hebûnê ya Rûsyayê xwe gihandina rezervên dolar birî.    15.28 AMERÎKAYÊ XEBATÊN XWE YÊN Lı MıNSKê RAWESTAND    Sefaretxaneya Amerîkayê ya Minskê, ragihand ku operasyonên xwe dane sekinandin.     15.17 KOMÎSYONA YE KOM DIBE   Serokên Fransa, Îtalya, Almanya û Yekitiya Ewropayê bi saeta Tirkiyeyê saet di 22.30'an de li hev kom dibin û wê hevdîtinan bikin.    15.14 400 HEZAR PENABER GIHÎŞTIN YE'YÊ   Yekitiya Ewropayê (YE), ragihand ku ji roja şer dest pê kiriye heta niha 400 hezar penaber gihîştine YE'yê û li bendê ye ku hê bi milyonan jî penaber bên.    14.24 PESKOV: WÊ DAXWAZ NEYÊN AŞKERAKIRIN   Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov, diyar kir ku wê di hevdîtinên muzakereyê yên li Belarûsê de pozîsyon û daxwaz ji raya giştî re neyên aşkerakirin û hevdîtin bi awayekî bêdeng bedewam bikin.    14.20 YE'YÊ JJI ÛKRAYNAYÊ DAXWAZ KIR KU BI "LZGÎNÎ" SERLÊDANA XWE BIKE    Yekitiya Ewropayê, ji Ûkraynayê daxwaz kir ku serlêdana xwe ya endamtiyê bi "lezgînî" bike.    14.20 TIRKIYE: BILA WELATIYÊN ME XWE BIGIHÎNIN STASYONA TRÊNÊ YA HARKÎVÊ   Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Kîevê, ragihand ku wê îro saet di 20.00'an de ji bo veguhastina welatiyên Tirkiyeyê yên li bajarê Harkîvê trênek bê radibe. Daxuyaniya sefaretxaneyê wiha ye: "Welatiyên me yên hêja, wê (28.02.2022) îro saet di 20.00'an de ji bajarê Harkîv trênek tenê ji bo veguhastina welatiyên me ber bi bajarê Çernîvtsî yê Romanyayê bê rakirin. Divê hemû welatiyên me heta saet 15.00'an xwe bigihînin gara trênê ya Harkîvê."   13.02 KREMLIN: ŞANDINA ÇEKAN A YE TALÛKE YE    Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov diyar kir ku ew peydakirina çekan wek bêîstîkrarî û talûke dibînin û YE li hember wan bi dijminatî tevdigere û got: “Ev rewş nîşan dide ku tevdîrên me yên bêçekkirina Ûkraynayê me mafdar derdixe.”   01.20 HEVDÎTINÊ DEST PÊ KIR    Şêwirmendê Serokatiya Dewleta Ûkraynayê Mykhailo Podolyak daxuyand ku hevdîtina wan a li gel Rûsyayê dest pê kir.    12.30 STOLTENBERG: NATO PERGALÊN PARASTINA HEWAYÊ DIŞÎNE    Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg daxuyand ku hevkarên NATO’yê piştevaniya xwe pergala parastina hewayî û çekên antîtank ji bo Ukraynayê bişînin zêde kirine.    12.19 JI BALYOZXANEYA STENBOLÊ YA RÛSYAYÊ DAXUYANIYA MONTRO    Balyozxaneya Stenbolê ya Rûsyayê daxuyand ku ji bo ku Tengavên Tirkiyê ji bo keştiyên Rûs werin girtin tu agahî neçûne ber destê wî. Di daxuyaniya ku ji Sputnik Îngîlîzî re hat dayîn de hat diyarkirin ku di vî warî de tu agahî nehatine bidestxistin. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku mijarên têkildarî pêkanîna Peymana Tengava Montroyê di serî de di navbera Balyozxaneya Federasyona Rûsyayê ya li Enqereyê û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de hatin gotûbêjkirin.    12.06 NYM: 102 SIVÎL MIRIN E     Komiserê Bilind ê Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet diyar kir ku têkildarî mirinên sivîlan hejmar gihîştiye 102 kesan û 304 kes jî birîndar bûne.  12.02 ZELENSKIY: MIJARA SEREKE AGIRBESTA LEZGÎN E Serokêdewletê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy beriya şandeyên Rûs û Ukraynayê li Belarûsê muzakere bikin daxuyanî da û got: “Di muzakereyan de mijara sereke demildest agirbest e û divê yekîneyên Rûs ji Ukraynayê vekişin.” 11.47 NY DÊ LI CENEVÊ BICIVE Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî qebûl kir ku ew ê li ser daxwaza Ukraynayê vê hefteyê li ser dagirkirina Rûs li Cenevê civînek lezgîn li dar bixe. 11.33 ŞANDEYA UKRAYNA LI BELARÛSÊ YE Şandeya Ukraynayê li Belarûsê ye û gihîşt cihê muzakereya ku bi Rûsyayê bê kirin. 11.29 BELARÛS: EM LI BENDA HATINA ŞANDEYAN IN    Wezareta Karên Derve ya Belarûsê ode û maseya ku wê Ukrayna-Rûsya lê hevdîtinê bikin, di hesabê xwe yê Twitterê de belav kir û got: “Ji bo em mazûvaniya hevdîtina Rûsya-Ukrayna bikin, her tişt amade ye. Em li benda hatina şandeyan in.”   10.44 SEHAYA HEWAYÎ DI KONTROLA RÛSAN DE YE    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku sehaya hewayî ya Ukraynayê bi temamî kirine bin kontrolê.    10.30 BAJARÊN BERDYANSK Û ENEDHODAR DI KONTROLA RÛSYAYÊ DE NE    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku yekîneyên Rûs bajarên Berdyansk û Enerhodar ên li başûr û rojhilatê Ukraynayê ne xistine bin kontrola xwe. Li gorî nûçeya Interfaxê hat ragihandin ku yekîneyên rûsî derdora santrala nukleer a Zaporizhzhya kontrol kirine û santral bi awayek asayî dixebite.    10.03 YEWNANISTANÊ SEHAYA XWE YA HEWAYÎ GIRT    Li gorî nûçeya Reutersê hat zanîn ku Yewnanistanê sehaya xwe ya hewayî ji balafirên Rûsyayê re girtiye.    09.53 ÊRIŞÊN HÊZÊN RÛSÎ HATINE HÊDÎKIRIN    Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan leza êrişên hêzên Rûsî hêdî kirine.   09.51 QEDEXEYA LI KÎEVÊ BI DAWÎ BÛ    Li paytexta Ukraynayê Kîevê serê sibehê qedexeya derketina derve bi dawî bû. Gelê Kîevê jî bi rakirina qedexeyê re ji stargehan derket.    09.17 DÊ HEVDÎTIN HEYA ÇEND SAETAN DEST PÊ BIKE    Li gorî nûçeya di Sputnikê de cih digire, hevdîtina li Belarûsê heya çend saetan dê dest pê bike.    8.10 BANKEYA NAVENDÎ YA RÛSYAYÊ QEDEXE DANÎ SER BIYANIYAN    Bankaya Navendî ya Rûsyayê saeta destpêkirina karûbarên piyasaya dovîzê li paş xist û li ser navê mişteriyên biyanî firotina nirxên menkula Rûs bi awayek demkî qedexe kir. Bankayê daxuyaniyek nivîskî da û got dê saet li 10.00’an dest bi kar bikin.    07.29 WEZÎRÊN ENERJIYÊ YÊN YEKÎTIYA EWROPA DICIVIN    Wezîrên enerjiyê yên welatên Yekîtiya Ewropayê dê li Brukselê bi awayek awarte bicivin û civîn li dar bixin. Wezîr bi fikar in ku wê Rûsya gaza dişîne Ewropayê kêm bike.    07.24 RUBLEYÊ RÛS NIRX WINDA DIKE    Bi vebûna piyasayê re rubleyên Rûs li hemberî dolar ji sedî derdora 30’yî nirx winda kir.    06.32 ZELENSKIY: VÎ 24 SAETÊ PÊŞ KRÎTÎK E    Serokwezîrê Îngîlistanê Boris Johnson û Serokdewletê Ukraynayê Vladamir Zelenskiy duh bi telefonê hevdîtinek kiribûn. Zelenskiy destnîşan kir ku li tevahiya welat şer berdewam dike û di vî 24 saetên pêşiya me de ji bo siberoja Ukraynayê xwedî grîngiyek krîtîk e.    05.55 LI KÎEVÊ Û HARKOVÊ DENGÊ TEQÎNAN    Serê sibehê li paytext Kievê û bajarê Harkov ê ku duyemîn mezin e teqînanan rû da.    00:35 HEVDÎTIN DÊ SERÊ SIBEHÊ PÊK WERE    Siyasetnasê Belarûsî Yuriy Voskresenskiy ku tê zanîn nêzî organîzatorên hevdîtinên ku tê payîn Rûsya û Ukraynayê bikin, diyar kir ku civîna aliyan wê danê sibê li herêma Gomel a Belarûsê pêk were. Voskresenskiy diyar kir ku heyeta Ukraynayê ji ber sedemên ewlehiyê wê bi rêya Polonyayê biçe cihê hevdîtinê.    01.27: EREBISTANA SIÛDÎ Û FRANSA HEVDÎTIN KIRIN    Prensê Velîaht ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi rêya telefonê derbarê şerê Rûsya û Ukraynê de axivîn.    01.26 BAJARÊ BERDYANSK KET DESTÊ RÛSYAYÊ    Hêzên Rûsî hemû avahiyên cemaweriyê yên li bajarê Berdyanskê xistin bin kontrola xwe.    00.30 KATAR Û FRANSA LI SER TELEFONÊ HEVDÎTIN KIRIN    Emirê Katarê Şeyh Temim bin Hamed Al Sani, têkildarî şerê Rûsyayê û Ukraynayê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivî.    00.20 FRANSA XWEST WELATIYÊN WAN ÊN LI BELARÛSÊ Û RÛSYAYÊ VEGERIN    Fransa ji welatiyên xwe yên li Rûsyayê û Belarûsê dimînin xwest “demildest” vegerin.    00.15 RÛSYA: HEZAR Û 67  TESÛSÊN LEŞKERÎ HATIN ÎHMAHIRIN    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di operasyona leşkerî ya li dijî Ukraynayê de hezar û 67 tesîsên leşkerî hatine îmhakirin.