Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn 2022-02-28 09:31:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê û komên girêdayî wan li Efrînê di nava 5 rojan de 5 kes revandin û zêdetirî 800 darên zeytûnan birîn.    Binpêkirinên hêzên çekdar ên Tirkiyeyê û komên girêdayî wan ên li Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê, di nava 5 rojên dawî de li Efrînê 5 welatiyên kurd hatin revandin û zêdetirî 800 dar jî hatin birîn.    Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku hêzên îstîxbarî yên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê, meleyê mizgefta navenda Efrînê Yûsif Ebdulezîz Yaqûb (67) revandin ku ji gundê Sêmalka yê Mabata ya Efrînê ye. Heman koman, li navenda Efrînê bi ser mala mele Vêlat de jî girtin û Vêlat hat revandin. Çavkaniyan, destnîşan kir ku komên navborî ji ewil Vêlat birine girtîgeha Raiyê û niha jî çarenûsa wî nayê zanîn.    Li gorî agahiyan, endamên îstîxbarata Tirkiyeyê di 23’yê sibatê de li taxa Umêrat a Efrînê bi ser mala Mihemed Hisên û Şaban ku paşnavê wî nehat zanîn de girtin û birin cihekî nediyar. Çavkaniyên ji navçeya Şerayê jî dan zanîn ku îstîxbarata Tirkiyeyê di 24'ê sibatê de bi ser mala Mihemed Mamo Cûma ya li gundê Elkê de girtin û Cûma revandin.    Komên Feyleq El Şamê ku girêdayî Tirkiyeyê ne, li gundê Celemê yê Cindirêsê, welatiyê bi navê Şakir Şêxo (36) revandin. Çavkaniyan got ku komên navborî ji bo berdana Şêxo, ji malbata wî fîdye xwestin. Çarenûsa Şêxo jî nayê zanîn.    QIRKIRINA XWEZAYÊ    Li gel revandina welatiyan, li hêla din jî qirkirina xwezaya Efrînê bênavber didome. Hat zanîn ku Koma Sûltan Mûrad a bi serkêşiya Ebû Mehmûd El Sefranî yên girêdayî Tirkiyeyê, li gundê Dêr Sewan ê Şerayê zêdetirî 650 dar birîn. Komên bi navên Ehrar El Şerqiyeyê jî li rêya Qujîma yê Cindirêsê 95 dar birîn. Çavkaniyan daxuyand ku komên navborî yên li kampa Metar a Cindirêsê hatine bicihkirin, 55 darên welatiyê bi navê Azad Elî û 40 darên welatiyê bi navê Reşîd Ebdo birîn.