Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin 2022-02-28 09:00:33 MÊRDÎN - Zîlan O., a ku fîgurek jina Zapatîsta û wêneyekî çekdarî yê jineke êzdî ku pitik li ber dilê wê ye li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiriye. Derbarê Zîlanê de îdianameyek ku de ji 2 salan heta 5 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin hat amadekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê Zilan O, de bi îdiaya ku "propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsÎn da destpêkirin. Lêpirsîn bi dawî bû û îdianame hat amadekirin. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê îdianame qebûl kir. Dozgeriyê di îdianameyê de derbarê Zîlanê de ji 2 salan heta 5 salan cezayê hepsê xwest. Balkêşe ku dozgeriyê derbarê du parvekirinên Zîlanê yên li ser medya dîjîtal de nirxandin kiriye û xwestiye ceza were zêdekirin.    WÊNE BÛNE HÊMANÊN SÛC    Zîlan O., a ku fîgurek jina Zapatîsta û wêneyekî çekdarî yê jineke êzdî ku pitik li ber dilê wê ye li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiriye. Dozgeriyê vî wêneyî wek sûc dîtiye. Dozgeriyê vî wêneyê ku ji aliyê Zîlanê ve hatiye parvekirin, wek wêneyekî "Rêxistina PKK û KCK'ê" pênase kiriye û nirxandiye. Her wiha Zîlanê wêneyek jina êzdî ku zarok li ber dilê wê ye û çek di destê wê de ye ku parve kiriye jî wek jinek "PKK'yî" dîtiye û îdia kiriye ku ev wêne tundî û legaliyê dike.    MA / Ahmet Kanbal