Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin 2022-02-27 23:55:14   WAN - Walîtiya Wanê ragihand ku ji bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr hatine qedexekirin.    Li bajarê Wanê qedexekirina çalakî û şahiyên li nav bajêr berdewam dike. Walîtiya Wanê ragihand ku çalakî û şahiyên wek kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan, xwepêşandan, mitîng, civîn, vekirina konan û çalakiya rûniştinê ji bo dema 15 rojan hatine qedexekirin. Qedexe di 28'ê sibatê de dest pê dike wê heta 14'ê adarê berdewam bike.