Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê 2022-02-27 16:48:48   ENQERE - DBP'ê, 6'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi coşeke mezin bi temam kir. Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir careke din bi yek dengî hatin hilbijartin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 6'emîn Kongreya xwe ya Asayî ku bi şîara "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve!" li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet li dar xist, bi dawî bû. Ji bo Hevserokatiya Giştî ya BDP'ê careke din Hevserokên Giştî yên DBP'ê yên niha Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir hatin hilbijartin.    MECLISA PARTIYÊ   Partiya Meclisê (PM) ji van kesan pêk tên: "Abdûllah Ekelîk, Abdûrrahman Sever, Adnan Akgul, Asiye Kolçak, Ayfer Balikçi, Aynûr Sarica, Dîlber Demîr, Emel Temel, Emîne Caynak, Eşref Yaşar, Farûk Tatli, Gulderen Varli, Gulşen Sîncar, Mehmet Şîrîn Tûnç, Mûstafa Mesût Tekîk, Nazim Kok, Okkeş Kaval, Şîrîn Altay, Yuksel Mûtlû, Zekiye Îlbasan”   Endamên yedek ên PM'ê jî ji van kesan pêk tên: "Atîlla Ozdogan, Ayhan Akgul, Cemîl Akiş, Denîz Yildiz, Fatma Yilmaz, Hasan Hayrî Dîkîlîtaş, Îrfan Kandemîr, Kadîr Konûr, Kiymet Temel, Mehmet Alî Bora, Mehmet Emîn Aras, Nûrten Uzumcu, Ridvan Aslan, Salîh Mevalî, Salîh Tekîn, Selehattîn Aslan, Seyhan Başak, Songul Kosen, Şevket Kalindamar, Tefîk Şad”   Endamên Esil ên Lijneya Dîsîplînê ya Navendê ji van kesan pêk tên: "Abdûlkanî Alkan, Garîp Kandemîr, Hamdî Bîlek Tûrgay, Îmam Ozçelik, Mûsa Zorbay, Neslîhan Acar, Raîfe Ozbey”   Endamên Yedek ên Lijneya Dîsîplînê ya Navendê ji van kesan pêk tên: "Îsmaîl Kino, Yakûp Demîr”   'BERPIRSYARIYA ZÊDETIR A TÊKOŞÎNÊ'   Piştî dengdanê Hevserokên Giştî Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, derketin kursî û spasiya endam û rêveberên BDP'ê yên ku wan careke din wan hêjayî hevserokatiya giştî ya partiyê dîtin kirin. Aydenîz, spasiya herkesê ku beşdarî kongreyê bû kir û ev tişt got: "Ji niha şûn ve herkesê ku tevlî kongreyê bû, em, gelê me peywireke din girt ser milê xwe. Ji niha şûn ve ji bo azadiya gelê kurd hê bêtir berpirsyariya me heye. Ji herkesî re serkeftin, serkeftin a me ye."   Piştî axaftina Aydenîz wêneyek giştî yê rêveberiya nû ya DBP'ê hat kişandin û kongre bi dûrişmeyan bi dawî bû.