Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin 2022-02-27 15:58:48   ÎZMÎR - Ûkraynayiyên li Îzmîrê, ji bo şerê ku li welatê wan didome bi dawî bibe li Qada Gundogdûyê hatin gelhev.    Komeleya Ûkraynayiyên Îzmîrê, ji bo şerê ku Rûsyayê li dijî welatê wan daye destpêkirin li Qada Gundogdûyê hatin gelhev û daxuyanî dan çapameniyê. Di daxuyaniyê de alên Ûkraynayê hatin vekirin û gelek ûkraynayî tevlî daxuyaniye bûn. Di daxuyaniyê de ûkraynayiyan dovîzên "Tengavan bigirin" , "Ji şer re bibêje na" , "Dîktator Pûtîn" û "Bila Rûsya bê îzolekirin" hatin hilgirtin û dûrişmeyên "Ji şer re na", "Pûtîn raweste" berz kirin.    'BILA RÛSYA BÊ ÎZOLEKIRIN'   Serokê Komeleya Ûkraynayiyên Îzmîrê Olena Ozbek, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û ji dinyayê daxwaz kir ku Rûsyayê îzole bike û şer demildest raweste. Ozbek, diyar kir ku li Ûkraynayê qirkirina nîjadî heye û wiha got: "Bila bê fêmkirin ku li ser serê rûsan çeteyeke çawa heye û sûcekî çawa dike. Divê em vê faşîzmê bi hev re rawestînin. Divê em bi awayekî tund bi danekirinan şer rawestînin. Êşa me gelek mezin e. Windabûnên me didomin. Zarokên me dimirin. Em bangî gelê Rûsyayê dikin; leşkerên hatine Ûkraynayê tev zarok in. Ev nizanin ku çi li wirê diqewime. Piranî dîl ketin, hin ji wan jî hatin kuştin. Ji kerema xwe re zarokên neşînîn vî şerî."