Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn 2022-02-27 09:15:00 TEKIRDAG - Li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê 3 girtiyên din jî ji bo zext û zora li ser wan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kirin. Heya niha 13 girtî di greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê 3 girtiyên din jî tevli çalakiya greva birçîbûnê bûn. Heya niha 13 girtî di greva birçîbûnê de ne.   Di 19'ê Kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Emeç jî. Piştî vê 5 girtiyên di heman girtîgehê de di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler, di 1'ê Çileyê de girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay  jî bi hinceta "ji bo jiyana wan tu ewlehî tune ye" daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.    Di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Osman, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûn.   13 girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin.