ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir 2022-02-26 17:50:05   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi lêv kir ku piştî ku ATK’ê ya Stenbolê rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da nexweşê penceşêrê Ahmet Ozkan, cara duyemîn hat girtin û anî ziman ku doktoran gotine saleke Ozkan maye.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîna ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 390’emîn de li pêş Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û derbarê rewşa Ahmet Zekî Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê tê ragirtin û tevî teşhîsa penceşêrê nayê dermankirin agahî da.   JI ATK’Ê DU RAPORÊN CUDA   Çevîrmen, diyar kir ku Ozkan ê 65 salî di 15’ê Adara 2017'an de hatibû binçavkirin û piştî nêzî hefteyekê di binê çavan de mabû hatibû girtin û wiha got: “Ozkan 10 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê ma. Di dawiya darizandina li Antalyayê de 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û hat berdan. Dema li derve bû, di Cotmeha 2020'an de teşhîsa penceşêra pişikê ya asta çaremin danîn ser. Cezayê wî jî beriya ku teşhîs bike ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Piştî pejirandina cezayê wî, daxwaza taloqkirina înfazê hate kirin û ji bo 6 mehan înfaza wî hate taloqkirin. Piştî 6 mehan pêvajoya taloqkirina înfazê hat destpêkirin û di encama kontrolan de ji aliyê Saziya Tibê ya Antalyayê (ATK) ve raporek hat weşandin û hat gotin ku ‘ew nikare di girtîgehê de bimîne.’ Lê belê tevî rîska Kovîd-19 jî girtiyê nexweş ê rewşa wî giran, gazî ATK’ya Stenbolê kirin û ji ber ku li ser piyan bû rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' hat dayîn.”    DI 9’Ê SIBATÊ DE HAT GIRTIN   Çevîrmen, da zanîn ku daxwaza taloqkirina înfazê ya malbat û parêzeran di 14’ê Kanûna 2021’Ande hat taloqkirin û Ozkan cara duyemîn di 9’ê Sibata 2022’yan de hatiye girtin û birine Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê.    ‘BIJÎJKAN GOT SALEKE WÎ MAYE’   Çevîrmen, bi lêv kir ku ji ber Ozkan re nexweşiya penceşêrê ya asta çaremîn pê re heye nikare di girtîgehê de bimîne û got: “Nayê qebûlkirin ku rapora ATK’ya Antalyayê berçav neyê girtin û rapora ATK’ya Stenbolê berçav were girtin. Em bang dikin ku demildest girtiyê nexweş ê ku bijîşkan jê re gotin ‘salekî wî maye’ bê berdan û bi malbata xwe re di şertên tenduristî de tedawiya wî were berdewamkirin.”