ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan 2022-02-26 16:06:48   ÎZMÎR - ÎHD’ê xwest ku girtiyê nexweşê giran Emrah Nebîoglû yê beriya 3 hefteyan hatibû girtin û Salman Yildiz bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ya du hefteya carekê li dar dixe, li pêş Sumerbank a Kevin a Konakê pêk anî. Di çalakiya 245’emîn de pankartên “Girtiyên nexweşên giran dimirin, bêdeng nebe” û “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” vekirin. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û dayikên di Nobeta Edaletê de jî beşdar bûn. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû û Salman Yildiz.    JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan Ahmet Çîçek ê daxuyanî da têkildarî rewşa tenduristiya girtiyên beriya 3 hefteyan li Mûglayê hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê de tên radigirtin agahî da.  Çîçek, da zanîn ku Emrah Nebîoglû yê 30 salî tevî berdana dozger jî ji dosyeyeke li Êlihê hatiye girtin û wiha got: “7 sal û 3 meh cezayê hefsê yê li Nebîoglû hatiye birîn heye. Dosya niha li Dadgeha Bilind e. Dema di sala 2013’an de derbasî Kobanê bû fîşekek bi serî ket, birîndar bû û felc ma. Li Êlihê hat dermankirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê di 26’ê Kanûna 2019’an de ji sedî 94 rapora astengdariyê wergirtiye.”   Çîçek, derbarê nexweşiyên Nebîoglû de jî agahî dan û bi lêv kir ku dema Nebîoglû li malê jî bû nedikarî tena serê bijî û xwişkên wî alîkariya wî dikirin. Çîçek, anî ziman ku roja hatiye girtin ve malbata wî ji wî agahiyan nagire.    ‘NIKARE TENA SERÊ XWE BIJÎ’   Çîçek, berdewamê daxuyaniya xwe de têkildarî rewşa tenduristiya Salman Yildiz ê 31 salî jî ev agahî parve kirin. “Salman, piştî Dadgeha Bilind 7 sal 3 meh cezayê wî yê hefsê pejirand hat girtin. Salman dema ji bo alîkariya mirovî derbasî Kobanê bûye ji serê xwe birîndar bûye. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û li Nexweşxaneya Dunya ya Êlihê de hat dermankirni. Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê ji bo heta mirinê rapora astengdariyê ya ji sedî 68 dayê. Li gorî agahiyên ku malbata wî dan ji ber nikare tena serê xwe bijî, dayika wî lê dinêrî.”   BILA BÊN BERDAN   Çîçek, diyar kir ku her du girtî jî nexweşên giranin û xwest demildest bên berdan.