Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin 2022-02-26 11:59:09   ÎDIR - Girtiyê bi navê Hogir Batu, li dijî lêgerîna tazî û muameleya xerab dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û çalakiya wî di roja 65’emîn de berdewam dike. Hat zanîn ku li heman girtîgehê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirine.    Girtiyê bi navê Hogir Batu ku di dema qedexeyên derketina kolanan a Nisêbîn a Mêrdînê de hatibûn girtin û di Doza Nisêbînê de cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn, di 23’yê adarê de ji Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hatibû kirin. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li Batu hatibû ferzkirin û wî jî li dijî vê sepanê, di 24’ê kanûna 2021’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di roja 4’emîn a çalakiyê de gardiyanan Batu bi saetan di odeya bisunger de ragirtibû û derb kiribûn.    DU GIRTIYÊN DIN JÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BÛN   Çalakiya greva birçîbûnê ya Batu di roja 65’emîn de berdewam dike. Hat zanîn ku li heman girtîgehê, girtiyên bi navê Firat Gereklî û Mazhar Metîn jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hat ragihandin ku Gereklî û Metîn ji ber qedexeya neşandina nameyan, ragirtina li odeyên dûr û yekkesî û nesewqkirina nexweşxaneyan, di 16’ê sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.    BANG LI WEZARETA EDALETÊ KIRIN    Têkildarî mijarê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) daxuyaniyek da û bang li Wezareta Edaletê kir ku dawî li van binpêkirina bînin. OHD’ê da zanîn ku dê di demekî herî nêz de biçin serdana girtîgehê.