Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin 2022-02-26 11:25:11 STENBOL - Parêzer Cengîz Yureklî bi lêv kir ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê û nêzîkatiyên li dijî Ocalan, hiqûqa modern a Ewropayê ser û bin kiriye û anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê berdewama pêkanînên Almanyaya Nazî ne.  Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê de tê ragirtin, rapora binpêkirina mafan a salekê aşkera kiribû. Di raporê de hatibû destnîşan kirin ku li Îmraliya binpêkirinên mafan her ku diçe kûrtir dibin, tişta tê sepandin pergala îşkenceyê ye. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî ku rapora pêşkeşî raya giştî kiribûn û tiştên di salekê de li Îmraliyê diqewimin nirxand, bi lêv kir ku divê êdî azadiya Ocalan were axaftin.    PARÊZERAN 201 CARAN SERLÊDAN KIRIN   Yureklî, bi bîr xist ku muwekîlê wan Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya li dijî hiqûqê hatiye avakirin, di şertên tecrîda mutleq de tê ragirtin û bi lêv kir ku di Adara 2015’an ve muwekîlên wan Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li vê pergala tecrîdê zêdekirine. Yureklî, ku qala “Rapora Tespîtê ya Îmraliyê ya 2021’an” kir, aşkera kir ku di sala 2021’an de 201 caran ji bo parêzeran, 71 caran jî ji bo hevdîtina malbatan serlêdan kirine. Yureklî, destnîşan kir ku di heman demê de serî li Dadgeha Destûra Bilind (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û wiha got: “Me di salekê de 4 caran serî li CPT’yê da û ji wan re got ‘Tiştên li Îmraliyê diqewimin  mijara binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye. Ev di qada we ya peywîrê de ye. Mudaxile bikin.’ Me gelek caran serî li dozgeriyê, Wezareta Dadê, merciyên îdarî û rêxistinên sivîl ên civakî daye û daxwazên xwe anîn ziman.” Yureklî, diyar kir ku hemû hewldanên wan bê encam man, saleke bi muwekîlên xwe re tu têkilî nedanîne   PERGALA ÎŞKENCEYÊ ÇAWA DIXEBITE?   Yureklî, bi lêv kir ku muwekîlên wî yên li Îmraliyê ji tu mafên xwe sûdê nagirin, rastî pergala îşkenceyê tên û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê wiha pênase kir: “Niha muwekîlên me nikarin ji mafên xwe sûdê werbigirin. Hûn diçin ji dozgeriyê re dibêjin ‘Rêveberiya we ya girtîgehê nahêle ku muwekîlên me mafên xwe bi kar bînin. Derfetê nade wî ku bi kar bîne’ Dozgerî jî dê bibêje “Eger giliyê we hebe, herin giliyê Dadgeha Înfazê bikin.” Tu diçî Dadgeha Cezayê Giran ku dadgehek jortir e xwe nagire ku hêcetekê jî bibêje. Weke biryara noterê ji pejirandinê wêdetir naçe. Hûn serî li Wezareta Dadê, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan, Miduriyeta Girtîgehê didin, we paşguh dikin. Li ser vê yekê hûn diçin saziyên îdarî yên hiqûqî yên bi ferzkirina mekanîzmayên navneteweyî hatine avakirin, ku neçar in mafên mirovan bişopînin û rewşê ji wan re vedibêjin. Ew jî dibêjin ‘ev mijara darazê ye, ez nikarim tevlî bibim’ û xwe têkilî rewşê nakin. Pişt re tu diçî Lijneya Dozger û Dadgeran gilî dikî, dibêje “Ev rayeya dadger e û nikarim tevlî bibim’ Bi hêviyekê hûn diçin serî li Dadgeha Makeqanûnê didin. Bêyî hêcetekê pêşkeş bike serlêdana we qebûl nake.   NÊZÎKATIYÊN SAZIYÊN NAVNETEWΠ   Dû re hûn diçin DMME’yê dibêjin mafên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) de tên diyarkirin hatine binpêkirin. Lê DMME dosyayeke ev qas lezginiya wê heye bi salan disekinîne an jî biryareke dij dide. Hûn serî li CPT’yê didin ku qedexeya îşkenceyê tê binpêkirin û bang dikin lê CPT’ê dibêje ‘şewrên me didomin’ û tu gavan naavêje. Di vê pêvajoyê de pergala îşkenceyê ku wijdan û exlaka tu kesê qebûl nake û rûmeta mirovan tê binpêkirin wiha tê avakirin û 23 sal in jî didome. Pergala tecrîd û îşkenceya Îmraliyê tam jî ev e.”   PÊKANÎNÊN ALMANYAYA NAZÎ NE   Yureklî, destnîşan kir ku ne di qanûnên Tirkiyeyê de ne jî peymanên navnetewî de kesekî 11 mehan tecrîd bikin, têkiliya wî û derve qût bikin nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rewş guneheke ku siyaseta navnetewî li ser hev kiriye. Ji ber vê yekê Wezareta Dadê derdikeve ji rayedarên CPT’yê re daxuyanî dide û dibêje ‘Qedexe nîne, tecrîd nîne wê hevdîtin bên kirin’ Lê tevî vê yekê jî 11 meh in em ji muwekîlê xwe tu agahiyan nagirin. Ev rewş dişibin pêkanînên Almanyayê yên demekê. Almanyaya Nazî demekê ji bêdengiya cîhanê sûd wergirt û cihû, qereçî, koçber û kêmnetewe ji holê rakirin. Ev yek jî bi destê hiqûqê û qanûnê kir. Lê ev rewş bû mijara darazê, pirtûkan û fîlman. Hêj jî lêborînan dixwazin. Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê jî berhema vê bêwijdaniyê ye.”   DIVÊ AZADIYA OCALAN BÊ AXAFTIN    Yureklî bi lêv kir ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê û nêzîkatiyên li dijî Ocalan, hiqûqa modern a Ewropayê ser û bin kiriye û wiha pê de çû: “Wê ev wisa derbasî dîrokê bibe. Li gorî hiqûqê divê pergala Îmraliyê tune bûya û ji holê hatibûya rakirin. Tişta ku divê were axaftin azadiya birêz Ocalan e.”   DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?   Yureklî, destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê diqewimin ji ber pêkanînên bêhiqûqî yên li Îmraliyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herkes qala sedemên qeyrana aborî dike. Birêz Ocalan ev hemû teşhîr kirine û ji bo çareseriyê rê û rêbaz pêşxistine. Li ser birêz Ocalan ê 3 sal in bi derve re têkiliyên wî hatine qûtkirin re dixwazin manîpulasyonê bikin. Berjewendiya civakê ya herî mezin vekirina deriyên Îmraliyê ne. Bersiva herî rast ya ji van re were dayîn vekirina deriyên Îmraliyê û bangkirina Birêz Ocalan a civakê ye. Kesên li dijî vê qeyranê li çareseriyê digerin divê li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê zêdetir dengê xwe derxînin. Divê bi hev re ji bo deriyên Îmraliyê bên vekirin, têbikoşin.”     MA / Ferhat Çelîk