Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir 2022-02-26 10:42:51 AMED - Ji ber teqîna di mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê de, 14 polîs bi sedema “Peywira xwe nebaş bi kar anîne” dihatin darizandin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, cezayê ji bo 4 polîsan dihat xwestin betal kir û di biryara xwe de berpirsyariya êrişê xist stûyê şaredariyê.  Endamê DAIŞ’ê Orhan Gonder di mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîrana sala 2015’an a li Qada Îstasyonê de bombe teqand. Di êrişê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 210 kes jî birîndar bûn. Di doza teqînê de 14 polîs jî dihatin darizandin lê belê dadgeha jor cezayê li polîsan hatiye birîn betal kir. Hêzên ewlekariyê bi hinceta “ji ber wesfên terorî” li kiryarê komkujiyê Orhan Gonder digeriyan. Lê hat zanîn ku Gonder di sala 2014’an de 3 roj beriya êrişê li hotêleke Amedê ma ye. Ji ber ku qaçaxê leşkeriyê bû, hêzên ewlekariyê du caran hatine hişyarkirin û lê derheqê wî de tenê carekî kirarî hatine kirin. Di heman demê de ji ber ku Serokatiya Daîreya Qaçaxçitî, Îstîxbarat, Herekat û Tevgerê (KÎHBÎ) li ser sîstemê lêpirsîn nekiriye, Gonder du rojan li herêma mîtîngê geriyaye û di roja mîtîngê de bombe li qadê bi cih kirine.    7 JÊ AMIR BI GIŞTÎ 14 POLÎS HATIN DARIZANDIN   Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî êrişê, di salên 2017 û 2019’an de du lêpirsînên cuda vekirin. Di van lêpirsînan de derheqê 7 jê amir, bi giştî 14 polîsan de bi hinceta “peywira xwe nebaş bi kar anîne” doz hatin vekirin. Piştre jî ev doz kirin yek dosya. 14’emîn Dadgeha Sizayî ya Giştî di 8’ê cotmeha 2021’an de biryara xwe da. Dadgehê ji bo 4 polîsan, biryara 2 meh û 5 rojan cezayê girtîgehê da û ev ceza taloq kir. Derheqê 10 polîsan de jî biryara beraetê da.    CEZAYÊN WAN HATIN XERAKIRIN   Parêzerên bersûc û mexdûrên ku cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, li dijî vê biryarê li dadgeha jor îtîraz kirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 1’ê sibatê de biryara xwe da û 2 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ku li polîsan hatibû birîn, betal kir.    BERPIRSYARÎ XISTIN STÛYÊ ŞAREDARIYÊ   Dadgeha jor, berpirsyariya teqînê xist stûyê şaredariyê û di biryara xwe de wiha got; “Komkirina çopan, karê şaredariyê ye lê di roja bûyerê de çop nehatine komkirin. Lê polîsan, di çarçoveya peywira xwe de derdor kontrol kirine û ji ber ku bombe hatibû kamûflekirin, ferq nekirin. Lewma jî hêzên ewlekariyê divê ji vê teqînê berpirsyar neyên girtin û beraet bikin.”    DANIŞÎN DI 1’Ê ADARÊ DE YE   Di çarçoveya vê biryarê de jî dosyaya dozê ji 14’êmîn Dadgeha Sizayî ya Giştî re hat şandin û doz dê di 1’ê adarê de jinûve bê dîtin.    MA / Omer Çelîk