‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’ 2022-02-26 09:51:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Merwan Ozdemîr têkildarî nîqaşên li ser serokomariya Iraqê axivî û wiha got: “PDK’ê, bi nîşandana namzetê xwe re xetere li ser destkeftiyên kurdan çêkir.”  Krîza siyasî û aborî ya li Iraqê berdewam e. Di 10’ê cotmeha 2021’an de hilbijartina parlamentoyê hatibû kirin lê tevî ku bi ser hilbijartinê re 5 meh derbasbûne jî, hêjta hikûmet nehatiye avakirin. Ji, ber qayişkêşî û cudahiyên siyasî yên di navbera partiyan de, parlamentoyê nekarî serokomar hilbijêre. Dihat payîn ku di 7’ê sibatê de hilbijartina serokomariyê bê kirin û namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî bû. Lê belê ji ber ku navê Zebarî di nelirêtiyên di serdema wezîrtiya wî ya darayiyê de derbas dibû, Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Zebarî betal kir. Lewma jî parlamentoyê nekarî bicive. Ji bo hilbijartina serokomariyê, pêvajoya namzetiyên nû dest pê kir û parlamentoyê di 22’yê sibatê de navên 33 namzetên hatine qebûlkirin, aşkere kir. Tê payîn ku dê di hefteya pêşiya me de serokomarê Iraqê li parlamentoyê bê diyarkirin.    Ji ber ku PDK’ê namzetê xwe nîşan da, di navbera partiyên kurd de jî alozî derket. Di vê çarçoveyê de PDK’ê, Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Federal a Kurdistanê Rêber Ehmed Xalidî û Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) jî serokomarê Iraqê yê berê Berhem Salih weke namzet nîşan da.   Piştî destwerdana DYA’yê ya Iraqê, di navbera komên etnîkî û olî de lihevkirineke nefermî çêbû û welêt li gorî vê lihevkirinê tê birêvebirin. Li gorî lihevkirinê; serokomariya welêt dane kurdan, serokwezîrî dan şîeyan, serokatiya parlamentoyê jî dan suniyan. Muhammed Helbûsî yê sunî, weke serokê parlamentoyê hat hilbijartin û tê payîn ku serokwezîr jî dê ji şîeyan bê hilbijartin. Lê belê ji ber ku PDK’ê namzetê xwe yê serokomariyê nîşan da, destkeftiya kurdan niha di talûkeyê de ye.    Rojnameger Merwan Ozdemîr derheqê hilbijartina serokomariyê, israra PDK’ê û nîqaşên li Iraqê ji ajansa me re nirxand.    PIRSGIRÊKA KURD KÛR DIBE   Ozdemîr anî ziman ku ji bo mijara serokomariyê di navbera partiyên kurd de bi salan bû lihevkirinek hebû û wiha got: “Namzetê YNK’ê dihat hilbijartin. Lê bi nîşandana namzet re PDK’ê ev lihevkirin xerab kir. Helwestên PDK’ê li ser destkeftiyên kurdan gefeke. PDK’ê dîsa namzetek nîşan da û da zanîn ku di vê mijarê de biisrar e. Xuyaye ku partiyên ji Başûr dê bi hevgirtî nekevin hilbijartinên serokomariyê. Sedema vê jî helwesta PDK’ê bû. Navbera PDK’ê û hemû partiyên kurd ên li çar parçeyan xerabe. Di navbera wan û kurdên Bakur de pirsgirêk heye û bi Enqereyê re lihev dikin. Pirsgirêkên wan bi Rêveberiya Xweser a Rojava re hene û zêdetirî 3 sal in jî ambargo danîne ser Wargeha Mexmûrê.”    ‘PDK, HESASIYETÊN KURDAN PAŞGUH DIKE’   Di berdewamê de jî Ozdemîr diyar kir ku PDK, hesasiyetên neteweya kurd paşguh dike û wiha domand: “Ev polîtîkaya wê jî rê li ber nerazîbûnan vedike. Pirsgirêka kurd, ji bo Rojhilata Navîn bûye birîneke xedar. Lê helwesta PDK’ê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd e. Berevajî vê, pirsgirêka heyî hêj kûrtir dike. Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, gelek kesên di nava PDK’ê de jî bibertek in. Pirsgirêkên wan ên bi YNK’ê re jî rûyê wan ê rast derdixe holê. Helwestên PDK’ê, destkeftiyên kurdan xistin talûkeyê û dibe ku kurd hilbijartina serokomariyê winda bikin.”   ‘PDK BI KURDAN DIDE WINDAKIRIN’   Bi domdarî Ozdemîr anî ziman ku li dijî vê helwesta PDK’ê, teqez dê YNK jî bikeve nava hewldanên cuda û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê di dawiya dawî de PDK bi kurdan dide windakirin. Weke ku tê zanîn mezintirîn hêza ku alîkariyê dide PDK’ê, Tirkiye ye. Dev ji avakirina yekitiya kurdan berde, di hevdîtinên bi Hulusî Akar re jî diyar dibe ku di nav xwe bi xwe de jî ne yek in. Li gorî edebê dewletê yan jî rêveberiyê, ji bo nûnertiya herêmekê kesek tê hilbijartin û xebatên dîplomatîk ew dimeşîne. Lê li Munîhê hem Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hem jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cuda cuda pê re hevdîtin kirin. Ev jî nîşaneya neyekbûna wan e.”    NEZELALIYEK HEYE   Rojnameger Ozdemîr da zanîn ku ji bo herêmê hewceye ku rêveberiyeke nû hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herêma Kurdistanê ev zêdetirî 17 sal in xwedî statûyeke qanûnî ye. Rola PDK’ê ya di van salan de xeyalên kurdan têk birin. Xelkê Başûr dibêje li şûna ku ez li vir bijîm, bila li sînorê welatekê din bimrim. Yek ji mijarên divê em li ser bifikirin jî ev e. Tu bendewariyeke gel nemaye. Kesên ku naxwazin li Başûr bijîn, tevî xetereya mirinê jî xwe diavêjin rêyên mirinê. Ev jî nîşan dide ku tu hêviyeke wan ji van partiyên siyasî nemaye. Di mijara avakirina hikûmetên li Başûr û Iraqê de nezelaliyek heye. Dibe ku serokomarî bikeve destê PDK’ê. An jî îxtîmal heye ku YNK bikeve nava hewldanên cuda û vê hewldana PDK’ê vala derxîne. Nezelaliyek heye. Lê di her şert û mercan de pirsgirêkeke mezin li pêşiya kurdan in.”    MA / Zeynep Dûrgût