Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin 2022-02-26 09:13:30 AMED - Înfaza girtî Haşîm Kaya, ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Îdare û Çavdêriyê hat şewitandin. Kaya ji bo Desteya Çavdêriyê gotibû: "Ev kafir paşê hin tiştan derdixin. Cezayê te diqede, dîsa jî te bernadin."  Bi desteyên îdare û çavdêriyê yên di 1'ê Çileya 2021'ê de li girtîgehan hatin avakirin, înfaza girrtiyan tê şewitandin. Deste bi raporên xwe yên derbarê girtiyên siyasî de, înfaza girtiyan dişewitîne. Yek ji van girtiyan jî Haşim Kaya ye. Kaya Di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de ye.    10 MEH IN NAYÊ BERDAN   Kaya ku di sala 2015'an de li Rihayê hatiye girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza lê hatiye birîn, diviyabû di 23'yê Nîsana 2021'ê de bi awayekî şertî bihatana berdan, lê belê ji ber 3 raporên cuda yên Desteya Çavdêriyê 10 meh in nayê berdan.    Rapora Desteya Çavdêriyê ya derbarê Kaya de, berî bê berdan bi rojekê yanî di 22'yê Nîsana 2021'ê de hatiye amadekirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber ku Kaya nasnameya girtîgehê qebûl nekiriye înfaza wî hatiye taloqkirin.    Her wiha Desteya Çavdêriyê gotinên Kaya yên di hevdîtina bi rêya telefonê de ji malbata xwe re gotiye jî wekî hinceta şewitandina înfaza wî hatine hesibandin. Kaya di telefonê de gotinên hevalelekî xwe yê înfaza wî hatiye şewitandina ragihandiye. Gotina ku Kaya ragihandiye ev e: "Ev kafir paşê hin tiştan derdixin. Cezayê te diqede, dîsa jî te bernadin."    Rapora dawiyê ya derbarê Kaya de jî bi hinceta nameyên Kaya yên ji hevalekî xwe yê girtî re şandine hatiye amadekirin. Di raporê d eji bo naveroka hincetê tu tişt nehatine gotin, bes wekî "tevkariyeke rêxistinî" hatine hesibandin.    Piştî ji be rvan raporan berdana 10 mehan berdana Kaya hat astengkirin, parêzerê wî serî li Dadgeriya Înfazê ya Amedê da û îtîraz kir. Parêzer di daxwaznameya îtirazê de diyar kir ku tu delîleke berbiçav tune ye, lema astengkirina berdana muwekîl nayê qebûlkirin û dijî heqaniyetê ye.    Dadgeriyê îtiraza ji bo şewitandina înfaza Kaya red kir. Piştî parêzerê Kaya serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê da û dadgeha cezayê giran jî îtiraza wî red kir.   MA / Mehmet Guleş