Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin 2022-02-25 16:33:57   ÎZMÎR - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan kirin û xwestin dawî li zilma li girtîgehan bê anîn.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan ku li Baroya Îzmîrê dan destpêkirin, di roja 11’emîn de berdewam kir. Malbatan dovîzên wek “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” vekirin. Îro endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê serdana malbatan kirin. Dayikên Aştiyê nêrgizan diyarî malbatan kirin.    'JI BO HER KESÎ EDALET’   Behiye Yalçin li ser navê Dayikên Aştiyê axivî û diyar kir ku ew li cem malbatên girtiyan in û got: “Zarokên we zarokên me ne. Edalet ji bo her kesî lazim e. Em jî edaletê dixwazin. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan. Divê edalet bicih were.”    BANGA BEŞDARIYA NOBEDÊ    Sultan Yagmekan jî li ser navê malbatên girtiyan axivî û spasiya Dayikên Aştiyê kir. Yagmekan destnîşan kir ku ew ji ber zarokên xwe yên di girtîgehan de bi şev jî ranakevin û tiştek naxwin û got: “Zext li ser zarokên me hene. Her roj bi ser qawîşên girtiyan de digirin û eşyayên wan talan dikin. Tiştên wan desteser dikin û nadin wan. Çima vê zilmê li zarokên me dikin? Ew çi dikin bila bikin wê zarokên me dest ji daw û doza nasnameya xwe bernedin. Em û zarokên xwe em ê heya dawiyê li ber zilmê rabin. Heta edalet bicih were em ê têkoşîna xwe bidomînin û li ber xwe bidin.”   Yagmekan herî dawî bang li dayikên girtiyan kir ku bên di Nobeda Edaletê de cih bigirin.