Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da 2022-02-25 15:22:27   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan Işik, ji bo girtiyên nexweş ên giran serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê da û ji komîsyonê xwest ku ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê demildest mijarê bigire rojeva xwe.    Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Işik, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş siyasetmedarên kurd Aysel Tûglûk, Hasan Alkiş, Înayet Mete û Gorgîn Oktar û raya giştî agahdar bike serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê da. Her wiha Mûazzez Orhan Işik, pêşnûmepirs jî da Serokatiya Meclisê û daxwaz kir ku Wezareta Edaletê derbarê mijarê de daxuyanî bide.    BANGA LI KOMÎSYONÊ   Parlamenter Işik, di serlêdana xwe de balê kişand ser rewşa nebaş a li girtîgehen Tirkiyeyê û destnîşan kir ku ji ber şertên ne baş ên li girtîgehan di nav salekê de 89 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û ev bang li komîsyonê kir: "Ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê divê demildest komîsyon mijarê bike rojeva xwe. Ji bo bûyerê bi hemû aliyan ve lêkolîn bike, divê komîsyon bi awayekî lezgîn heyetek ava bike û biçe girtîgehên têkildar, bi hemû aliyan re hevdîtin bike û raporek amade bike."   PÊŞNÛMEPIRS   Işik, di pêşnûmeya xwe ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş ku da Serokatiya Meclisê de jî balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş û derbarê mijarê de pirsan ji Wezareta Edaletê kir û xwest ku derbarê mijarê de daxuyanî bide.