DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî 2022-02-25 14:55:39   RIHA - Tîmên DEDAŞ’ê ku bi cendermeyan û maşîneyên zirxî re ketin gundê Quskinli yê Hîlwanê, bi hêceta “ceyrana qeçax” bikaranî ne cezayekî zêde li gundiyan birî.    Tîmên Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku di saetên serê sibê de bi cendermeyan û maşîneyên zirxî re ketin gundê Quskinli yê navçeya Hîlwana Rihayê, bi hêceta “ceyrana qeçax” bikaranî ne, derbarê gundiyan de kirarî dan destpêkirin. Di navbera gundiyan û tîmên DEDAŞ’ê de demekî dirêj niqaşeke devkî qewimî. Tîmên DEDAŞ’ê yên di bin parastina eskeran de ketin malan, cezayên zêde li gundiyan birîn. Hat diyar kirin ku tîman bi hêceta “ceyrana qeçax” li gelek gundiyan ceza birî ne.