Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin 2022-02-25 14:50:24   ENQERE - Dayika Gulistan Dokû Bedriye Dokû, diyar kir ku heke gumanbar Zaynal Abarakov 24 saetan bê binçavkirin wê Dokû bê dîtin û ev tişt got: "Bila komîsyonek bê avakirin, keça min bê dîtin."   Dayik, bav û xûça xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku li Dersimê wina bû û ji 5'ê çileya 2020'an de ve agahî jê nayê girtin Bedriye, Halît û Aygul Dokû li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapameniyê li dar xistin. Di civînê de destpêkê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Sevîl Tûrgût axivî. Tûrgût, diyar kir ku 3 roj in li kuçeyên Enqerê tundî li malbata Dokû tê kirin û wiha got: "Malbata dixwaze bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bike. Mafê malbatê ye ku bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bike. Lê destûr nayê dayîn ku ji otelê jî derkevin."   'EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Xûça Dokû Aygul Dokû, diyar kir ku pirsa wan a "Gulistan Dokû li kuder e?" sînorên welat derbas kiriye û Wezareta Karên Hundir ji wan re gotiye ku windabûna Gulistan bûyerek edlî ye û bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin. Dokû, da zanîn ku 2 sal in dixwazin bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin û wiha got: "2 meh bûn me nobed digirt. Lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dev jê berda. Niha jî em hatine Enqerê û bi gelek partiyên siyasî re hevdîtin kir. Tevan jî got ku wê bi me re eleqedar bibin. Banga min li parlamenterên AKP'ê; Gulistan keçeke 21 salî ye, dibûya ku bihata serê we hemûyan. Em dixwazin hûn komîsyon ava bikin, red nekin. Em hê jî nizanin ku çi bi serê keça me de hatiye. 2 sal in em nikarin bi Nivîsgeha Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin."   'DELÎL TUNE HATIN HESIBANDIN'   Di berdewamê de Dokû, destnîşan kir ku Waliyê Dersimê Tûncay Sonel gumanbarê sereke şandiye Rûsyayê û ev tişt got: "Delîl bi awayekî têrker nehatine berhevkirin. Serdozgerî vê ji me re dibêje. Em dixwazin vê bi Wezareta Edaletê re biaxivin. Em tenê keça xwe û edaletê dixwazin. Hûn nikarin bi dorpêçkirin çareser bikin. Dema ku em keça xwe bibînin jixwe em ê li malê rûnin. Malbata min goristaneke ku li serê fatîhe bixwîne dixwaze."    Dokû êrişa polisan a li dijî wan jî vegot û diyar kir ku polisan li wan daye û polisek jin ji wan re gotine ku 500 kesî bi rê ve dibin û hûn kê ne hûn nikarin biçin Wezareta Edaletê. Dokû ji polisan pirsa ku gerandinakeça wan sûc e? kir.   'EM DIXWAZIN BI WEZÎR RE HEVDÎTIN BIKIN'   Dayika Dokû Bedriye Dokû jî da zanîn ku dixwazin Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin lê destûr nayê dayîn û ev tişt got: "Dema ku me xwest em biçin wezaretê 4 jinan êrişî min kir û min bi zorê li wesayîtê siwar kirin. Polisan ji min re got, 'Destên min mor bûne. Li vir qamera tune ye, hûn çi dikin bikin." Min jî got, "Me bikujin." Tenê em nîv saetê bi Wezarî Edalatê re hevdîtin bikin. Jixwe me bilêta xwe girtiye em ê biçin mala xwe. Dema ku em dixwazin bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin dora me digirin. Duh keça min nexweş ket me ew rakir nexweşxaneyê."   'BILA KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN'   Bedriye Dokû, diyar kir ku heke gumanbar Zaynal Abarakov 24 saetan bê binçavkirin wê Dokû bê dîtin û ev tişt got: "Niha em li mala xwe rûniştî bûn. Abarakov, dibêje, 'Jixwe pişta min saxlem e, kes nikare tiştekî bi min bike'. Ez meraq dikim gelo kê li pişta wî ye. Bangî hemû siyasetmedaran dikim, me di tarîtiyê de nehêlin. Em dixwazin komîsyon bê avakirin. Em çûn hemû partiyên siyasî, tevan got temam, tenê AKP ma. Li vir bangî wan jî dikim, Bila komîsyon bê avakirin, keça min bê dîtin. Hestiyê keça min bidin, ez ê fatihekê bixwînim."