Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin 2022-02-25 14:08:08   TEKÎRDAG - Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê daxuyanî dan û gotin: "Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ku 40 roj in dewam dike û li hemberî pirsgirêkên girtiyan bi hestiyar bin."   Girtîyên li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê 40 roj in li dijî zext û êrişên li ser xwe û binpêkirina mafên xwe ketine greva birçîbûnê. Malbatên girtiyan ji bo daxwazên zarokên wan werin qebûlkirin, li ber girtîgehê civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatên girtiyan ji bajarên wek Amed, Êlih û Sêrtê jî ku hatine hevdîtina zarokên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiya (OHD) jî piştgirî dan malbatên girtiyan.    ‘MAFÊN WAN TÊ BINPÊKIRIN’   Birayê girtî Mehmet Suleyman Ucakan, Rûtbettîn Ucakan di daxuyaniyê de axivi û destnîşan kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F’yê di 17’ê meha çile de dest pê kiriye heya niha didome û 12 girtî di çalakiyê de ne. Ucakan anî ziman ku girtiyên wan li dijî binpêkirinên mafan, tecrîdê û zextan di greva birçîbûnê bêdawî û bêdorveger de ne û got: “Tecrîda ku li ser girtiyan her roj girantir dibe û bi hinceta pandemiyê vê tecrîdê girantir dikin. Bi taybetî mafên girtiyan ên rojane tên astengkirin. Îşkence û muameleya xerab li girtiyan tê kirin. Hemû mafên wan tên binpêkirin.”    ‘MÛXATAB TUNE NE’    Ucakan di bal kişand ser mirina bi guman a Vedat Erkmen ê li wê girtîgehê jiyana xwe ji dest da û got: “Ji ber zêdebûna tundiya derûnî û fizîkî, îşkencekirinê, ewlehiya girtiyan tune ye. Girtî ji ber ku muxatebek ji bo binpêkirinên mafê xwe nabîne. Girtî ne bi nivîskî û ne jî bi devkî dikarin serlêdanê bikin. Berpirsiyar ango midûrê girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin nake. Ji ber vê yekê girtî di greva birçîbûnê de ne.”    DAXWAZÊN GIRTIYAN   Ucakan di daxuyaniyê da daxwazên girtiyan wiha rêz kir: “Bila zextên fizîkî û derûnî, îşkence û muameleya xerab were bidawîkirin. Bila cihê bêhnvedanê serbest be û hucre werin rakirin. Divê guhertina odeyan were sekinandin û li gorî daxwaza girtî pêk were. Divê lêgerîna tazî, lêgerînên keyfî bi dawî bibin û bila girtî li gorî daxwaza xwe beşdarî faleyetên sosyal û sporê bibin. Bila pirtûk, rojname, kovar, name û kargoyên girtiyan bidin wan. Bila dawî li tecrîdê bê û binpêkirinên mafan ên bi hêceta pandemiyê werin bidawîkirin. Bila muxatab ji daxwazên girtiyan re hebin.”    ‘DIVÊ CIHÊKARÎ NEYÊ KIRIN’    Ucakan di dewama daxuyaniyê de wiha got: “Girtî di hemû daxwazên xwe de mafdar in. Bila daxwazên wan li gorî qanûnên hundirîn û peymanên navneteweyî werin bicihaanîn. Divê dewlet û hemû saziyên xwe cihêkariyê nekin û bi wekhevî daxwazên girtiyan bicih bînin. Girtiyan bi rêya malbat, parêzer, parlamenter û saziyan serî li saziyên dewletê dane lê hemû bêbersiv hatine hiştin.”   BANGÎ RAYA GIŞTÎ KIR   Ucakan destnîşan kir ku berpirsiyarê binpêkirinên mafan Midûriyeta Girtîgeha Tekîrdaghê û Wezareta Dadê ye û vê bangê kir: “Em dixwazin wezaret û mûdiriyet wezîfeya xwe bînin cih. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ku 40 roj in dewam dike û li hemberî pirsgirêkên girtî pê re rûbirû mane bi hestiyar tevbigere.”    Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Pişt re parêzerên endamên OHD’ê Vedat Ece û Eda Onal çûn girtîgehê bi îdareya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kirin.