Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê 2022-02-25 12:42:21   RIHA - Bi desptêkirina şerê li Ûkraynayê re gelek xwendekarên ji Tirkiyeyê li welêt asê man. Xwendekaran da zanîn ku artêşa Ûkraynayê di çarçoveya seferberiya giştî de hewl dide wan biçek bike.    Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê di roja duyemîn de jî berdewam e. Bi destpêkirina şer re li welêt zêdetirî 2 hezar xwendekarên ji Tirkiyeyê asê man. Xwendekaran got ku piştî ragihandina seferberiya giştî, artêşa Ûkraynayê hewl dan wan biçek bike.   Bi sedan xwendekarên ku li herêma Harkovê asê mayîn, di nava tirs û xofê de li benda rizgarkirina xwe ne. Xwendekarekî ku li bajarekê 30 km’yan nêzî sînorê Donbassê dijî xwe gihand ajansa me û da zanîn ku artêşa Ûkraynayê, hemû ciwanên ku 18 saliya xwe temam kirine dibe leşkeriyê. Hat zanîn ku şevê din dema 6 xwendekarên ji Tirkiyeyê hewl didan ji avahiya xwe derkevin, hinek kesên sivîl rê li ber wan girtin û hewl dan wan bi darê zorê tev li artêşê bikin. Xwendekaran diyar kir ku wan ev daxwaz red kirine û piştî demekî dirêj karîne xwe ji wê komê xelas bikin. Hat zanîn ku bombebarana li ser bajêr ji şevê din heta saetên serê sibehê jî berdewam kir. Xwendekarekî daxuyand ku di danê sibehê de berf li bajêr bariyaye û piştre jî şer sekinî ye.    ‘KETINA RÛSYAYÊ YA BAJÊR LI SER PILÊ YE’   Xwendekarê ji Tirkiyeyê anî ziman ku li bajarê Harkovê ku duyemîn mezintirîn bajarê Ûkraynayê ye, zêdetirî milyonek û 500 hezar kes dijîn û ev agahî parve kirin: “Em li vî bajarî dijîn. Li gelek noqteyên derveyî navendê alên Rûsyayê hatine daliqandin. Gelek gote gotên weke ku dê hêzên Rûsyayê îro bikevin bajêr hene. Jiyana me û bi hezaran mirovan di xetereyê de ye. Em 6 kes li heman malê dimînin û erzaqê me xelas dibe. Divê em di demekî herî kurt de ji vir bên derxistin. Em dikin û nakin nikarin xwe bigihînin hejmarên ku Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Ûkraynayê dayîne me.”    MA / Emrûllah Acar