Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin 2022-02-25 12:28:51 AMED - Herêma ji bo “Daristana Bîranînê ya Bahçelî” li Amedê hatiye veqetandin û tevî bertekên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî xebatên wê hatin destpêkirin, bi têlan tê girtin.  Li Çiyayê Kirklar ê li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” ku tê xwestin li ser navê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî were çêkirin, xebat hatin destpêkirin. Xebatên ji bo çandina daran hatibûn destpêkirin didomin. Wekî din ji bo herêma ku cihekî berfireh digire nava xwe, bi têlan were girtin dest bi kutana singan hat kirin.    RÊXISTINÊN SIVÎL Û PARTIYÊN SIYASÎ LI DIJÎ WÊ NE   Partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr, li dijî daristana ku bi navê Bahçelî were çêkirin derdikevin. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ji roja ewil ve bi hin çalakiyan bertekên xwe bi lêv kiribûn.