Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn 2022-02-25 11:46:40   RIHA - Midurê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa DBP’ê yê di qedexeyên Cizîrê de hatibûn qetilkirin, de sibê li ser gorên xwe bên bibîranîn.    Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê dema qedexeyên derketina kolanan berdewam kirin de di 7’ê Sibata 2016’an de sedan mirovan zêdetir di 3 jêrzemînên tê de asê mabûn de hatibûn qetilkirin. Di jêrzemîna ewil 31 ya duyemîn 62 ya sêyemîn de jî 44 kes hatin qetilkirin. Di jêrzemînan de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, endamên Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hunermendên MKM’ê, endamên KJA’yê, xwendekar û gelek zarok tê de bûn. Midurê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê Meclisa DBP’ê Mehmet Yavûzel ên di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin, li navçeya Pirsûsa Rihayê hatibûn veşartin.    ‘LI REX HEV VEŞARTIN’    Cenazeyên Aktaş û Yavûzel ên di encama aşkerabûna testa DNA’yê de, ji Saziya Tiba Edlî ya Xabûr hatibûn wergirtin, di 26’ê Sibata 2016’an de li goristana malbatê (Şehîdgeha Kobanê) ya li navçeya Pirsûsa Rihayê li rex hev hatibûn veşartin.    WÊ SIBÊ BÊN BI BÎR ANÎN    Aktaş û Yavûzel weke her sal wê îsal jî di 26’ê Sibatê de ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên rojnamevanan ve saet di 13.00’an de li ser gorên xwe werin bi bîr anîn.