Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin 2022-02-25 10:35:11 MÊRSÎN - Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilûfer Koç diyar kir ku yek ji qadên bazarê yên şerê Rûsya û Ûkraynayê, Sûriyeye û wiha got: “Hewceye gelê kurd li hemberî talûkeyên heyî pir bi baldar bin û gavên dîplomatîk bidin destpêkirin.”     Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam e. Li rexekî DYA û welatên Yekitiya Ewropayê (YE) qala fişarên aborî yên ku dê li ser Rûsyayê bisepînin radigihînin û li rexa din jî Rûsya dibêje ku ev operasyona leşkerî “neçariyek” bû û dê ziyanê negihînin pergala aboriyê ya kûrewî. Endamên NATO’yê dê îro bi mijara şerê li Ûkraynayê li ser telekonferansê bicivin.    Tê payîn ku encamên vî şerê parvekirinê yê di navbera DYA û Rûsyayê de, dê bandora xwe li welatên Rojhilata Navîn jî bike. Têkildarî encamên şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê û bandora wê ya li ser kurdan, Endama Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç bi ajansa me re axivî.    ‘EWROPA NAXWAZE XWE NÊZÎ ŞER BIKE’   Koç, anî ziman ku di lûtkeya NATO’yê ya hezîrana sala 2021’an de DYA’yê polîtîkaya xwe ya belavbûnê aniye ziman û wiha domand: “Piştî vê lûtkeyê, Rûsyayê jî keştiyên xwe yên şer şandin Behra Reş û pêvajoya heyî ber bi roja me ve anî. Di mijara şer de hemû endamên NATO’yê wekî hev nafikirin. DYA dixwaze krîza xwe ya pergalî ji holê rake. Di halê hazir de di siyaseta wê ya Rojhilata Navîn û Kafkasyayê de aloziyeke mezin dijî. Anku gelek hevrikên wê hene û bi hemûyan nikare. Lewma jî dixwaze vê krîzê bi alîkariya Ewropayê derbas bike. Ewropa jî naxwaze beşdarî vî şerî bibe.”    ‘MIJAR NE TENÊ XAZA XWEZAYÎ YE’   Di berdewamê de jî Koç anî ziman ku sedema li ber nehatina şer a Fransa û Almanyayê ne tenê neçariya wan a xaza xwezayî ya Rûsyayê ye û ev nirxandin kir: “Rûsya, parçeyeke parzemîna Ewropayê ye û hêzekî girîng e. Her çend ku bi dilê Ewropayê nebe jî, DYA’yê di bin sîwana NATO’yê de ew ber bi şerekî ve birin. Ev, pêvajoyeke gelek talûke ye. Ji ber ku di serî de Almanya û Fransa, hêzên ku di nava NATO’yê de li vî şerî tên tune ne. Bêguman, ji bilî Ingilistanê. Rûsyayê jî polîtîkaya ‘êriş, şerê herî mezin e’ meşand. Rûsyayê ne tenê ji bo parastina desthilatî û sînorên xwe lê siyaseteke ku destwerdana sînorên cînarên xwe dike, meşand.”   POLÎTÎKAYA BÊÎSTÎKRAR A TIRKIYEYÊ    Bi domdarî Koç bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê û wiha got: “Bi krîza li Ûkraynayê re polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku ‘xwe ne ji dêrê bike û ne jî ji mizgeftê’ xitimî. Li Sûriye, Iraq û gelek deverên Rojhilata Navîn bi her du aliyan re jî ev polîtîkaye meşand. Niha jî eniyên şer zelal bûn. Ji ber ku Tirkiye endama NATO’yê ye. Di halê hazir de jî NATO ketiye şer. Di rewşa heyî de gelo Tirkiye çiqas li hemberî Rûsyayê bisekine. Kozên mezin ên Rûsyayê li hemberî Tirkiyeyê hene. Bi taybet jî di mijara Sûriyeyê de. Gelo desthilata AKP-MHP’ê ku polîtîkayeke êrişkar dimeşînin dê destûra derbasbûna keştiyên şer ên Rûsyayê bidin? Heke destûrê bide dê çi ji NATO’yê re bibêje? Heke nede dê çi bibêje Rûsyayê? Rûsya, li hêla Ûkraynayê jî bandora xwe ya li ser Tirkiyeyê zêde dike. Di halê hazir de di vî şerê heyî de ya ku têk çûyî, polîtîkaya bêîstîkrarkirinê ya Tirkiyeyê ye.”    ‘DERIYÊ QUTIYA PANDORAYÊ JI BO EWROPAYÊ VEBÛ’   Nilûfer Koç diyar kir ku bi şerê Ûkraynayê re ji bo Ewropayê deriyê qutiya pandorayê vebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Biden, dît ku DYA’yê nekariya xwe ji krîza heyî xelas bike û krîza pergalê hêj mezintir bûye. Lewma xwest ku bi hêzên din re tevbigere. Ev demekî dirêje ku bi polîtîkaya dij-Çîn, dij-Rûsyayê re jî zexta bazirganî û siyasetê li welatên ewropî dike. Heke bala we kişandibe, ji ewilî serokwezîrê Almanyayê bi Biden re hevdîtin kir û xwest pêşiya şer bigire. Piştre jî Fransayê. Lê nekarîn pêşî li şer bigirin. Heke ev şer bidome, dê Ewropa bibe navenda şer. Di halê heyî de şerekî gelek mezin ê konvansiyonî nîne lê bêîstîkrariyê tîne.”   ‘DIBE KU TIRKIYE TAWÎZAN BIXWAZE’   Koç, da zanîn ku di şerekî îxtîmal de yek ji qadên şer jî dê bibe Sûriye û wiha derbirî: “DYA û Rûsya li ser Sûriyeyê şerekî parvekirinê dikin. Tirkiye jî hewl dide ji mijara Ûkraynayê sûd wergire. Dibe ku ev hêz li Sûriyeyê zextê li Tirkiyeyê bikin. Tirkiyeyê pêşeroja xwe li ser dijberiya kurdan ava kiriye. Ev, polîtîkayeke stratejîk a Tirkiyeyê ye. Lewma jî hemû hewldanên wê dê di çarçoveya vê polîtîkayê de be. Anku di hevsengiya şerê Ûkraynayê de Tirkiye dê li gorî tawîzên şerê li dijî kurdan cih bigire. Herî zêde jî dê ji bo Sûriyeyê van tawîzan bixwaze. Ji bo ku xwe bêhtir li Başûr bi cih bikin jî dibe ku tawîzan bixwazin. Bi kurt û kurmancî ji her alî ve talûkeyek li ser kurdan heye.”     ‘DIVÊ KURDAN GAVAN BIDIN DESTPÊKIRIN’   Koç, destnîşan kir ku divê kurd li polîtîkayên parastinê hişyar bin û wiha derbirî: “Nexwe dibe ku Tirkiye bi lîstikên cuda êrişeke dijwar bide destpêkirin. Ji ber ku ev çend sal in Tirkiye li dijî kurdan gelek caran têk çû. Lewma dibe ku Sûriye bibe qada bazarê ya şerê Ûkraynayê û Tirkiye jê sûd bigire û serî li rêyên cuda bide. Divê kurdên li her çar parçeyan hişyar bin. Ji bo ku hevsengiyên heyî li dijî me ava nebin, divê em bi eniya rojava û ya rojhilat anku Rûsyayê re polîtîkayeke piralî û pirsernavî bimeşînin, hemleyên dîplomatîk bidin destpêkirin.”    ‘DERFETÊN KURDAN HENE’   Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilûfer Koç got ku kurd êdî xwe weke hêzeke sêyemîn pênase dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şerê heyî de Rûsya û DYA tenê dikarin bi rêya sêyemîn a kurd pêşniyar dikin re encamekî bi dest bixin. Bi qanûnên bingehîn ên ku xweseriya kurdan qebûl dikin û bi dewletên demokratîk dikarin encamekî bi dest bixin. Dibe ku şerê li Ûkraynayê krîza DYA’yê hinek paşde bide lê dê encamekî bi dest nexe. Wekî ku tê zanîn Çîn jî aliyekî vî şerî ye. Ji bo ku hêza xwe biparêze, divê xeletiya Ingilistan û Fransayê ya sedsala berê dubare nekin. Lewma divê ji ewil mafên kurdan ên ku demokrasî avakirin nas bikin. Nexwe dê aloziya li Rojhilata Navîn hêj kûrtir bibe. Di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de mafên kurdan hatin xwarin. Lê ev rewş êdî wiha nadome. Di vê sedsalê de hema hema hemû kurd li dora Rêya Sêyemîn a Rêber Abdullah Ocalan cih digire. Hemû kes dizane ku aliyê herî qels ê Tirkiyeyê, kurd in. Lewma divê mirov di çarçoveya dewletên mezin de li mijarê nenihêre. Kurd, civakeke birêxistinkirî ne û têkiliyên wan bi dewletên mezin re hene. Lewma dikarin encamekî bi dest bixin. Divê em gelek baldar bin û bikevin nava hewldanên dîplomatîk.”    MA / Selman Guzelyuz