Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA 2022-02-25 09:09:32 ÎZMÎR - Jinên ku li dijî polîtîkayên şer ên netewe dewletan xwebirêxistinkirinê esas digirin, di çarçoveya tifaqa jinan a kûrewî de dixwazin di 8’ê Adarê de Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Efrîqeya Bakur û Rojhilata Navîn ragihînin. Seroka Komeleya Jinan a Lubnanê Bûşra Elî got ku bi tifaqa jinan re dê şoreşeke demokrasiyê bê kirin.  Li seranserî cîhanê pergala faşîzan a dewletên baviksalar serwer e. Jin, van polîtîkayên ku bi darê zorê li civakê tên ferzkirin red dikin û derdikevin kolanan. Li Rojhilata Navîn ku milîtarîzm hebûna xwe bi şer û rûxandinê didomîne jî sînorên heyî diguherînin û pêşengtiya guhertinê dikin. Ji Rojava heta Efxanistanê, ji Îranê heta Misirê û Tirkiyeyê, li her deverê li dijî qanûnên mêrtiyê û pergalên yekperest derdikevin qadan, li ber xwe didin û meydanê ji van polîtîkayan re nahêlin.    Bi parastina xwe ya cewherî, bi rêxistin û tifaqên xwe re jî jinan; hevsengiyên di çarçoveya şer, xizanî, koçberî, ol û paşverûtiyê de hatine avakirin serûbin kirin. Li dijî qirkirina jinan a li Rojhilata Navîn, mohra xwe li bin pêngaveke nû dan û di 12’ê cotmeha sala 2020’an de Înîsiyatîfa ji bo Ewlekarî û Aştiyê, Têkoşîna li Dijî Dagirkerî û Qirkirinên Jinan ava kirin. Ji 9 welatên Rojhilata Navîn bi giştî 11 rêxistinên jinan û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî 3 rêxistinên jinan beşdarî vê înîsiyatîfê bûn. Mebesta yekemîn a înîsiyatîfê jî belgekirina sûcên li dijî jinan e. Di serdemeke ku êrişên netewe dewletan hêj bênavber didomin de jinan, têkoşîna xwe mezintir kirin û di vê çarçoveyê de li paytexta Lûbnanê Beyrûdê di 31-31’ê tîrmeha sala 2021’an de 2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur li dar xist. Tevî şert û mercên pandemiyê jî, ji Îran, Fas, Rojava, Tirkiye, Tûnûs, Filistîn, Efxanistan, Misir û ji gelek welatên din zêdetirî 100 jin beşdarî konferansê bûn. Di çarçoveya xebatên konferansê de biryara avakirina Tifaqa Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur û di asta neteweyî de jî biryara avakirina Komîteya Jinan a Herêmî hat dayîn. Di çarçoveya biryarên van saziyan de, Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Efrîqeya Bakur û Rojhilata Navîn (NADA) hate damezirandin. Jin, dê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jî damezirandina NADA’yê ragihînin.    Seroka Komeleya Jinan a Lûbnanê (JÎN) û endama Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn Bûşra Elî têkildarî têkoşîna jinan a li dijî tundiya li Rojhilata Navîn xurt dibe û xebatên konferansê bi ajansa me re axivî.    Li seranserî cîhanê êrişên li dijî jinan û destkeftiyên wan zêde dibin û li aliyê din jî jin xwe bêhtir birêxistin dikin û têkoşîna xwe mezintir dikin. Gelo hûn êrişên heyî û têkoşîna jinan a li dijî van êrişan çawa dinirxînin?    Em êdî bi dilrehetî dikarin vê yekê bibêjin; sedsala 21’emîn ji bo modernîteya kapîtalîst pêvajoyeke nû ye, serdemeke nû ye. Aloziya zêde, tê wateya şerê hêzên kapîtalîst. Ev yek jî bi awayekî vekirî bandorê li jinan û zarokan dike. Bi êrişên li dijî jin û zarokan, bandorek li civakê tê kirin. Heke em bi awayeke cudatir bibêjin; em di pêvajoya 3’yemîn Şerê Cîhanê de ne. Weke ku tê zanîn ev şer dest pê kiriye. Em dikarin bibêjin ku ev şer, bi êrişa dagirkeriyê ya DYA’yê ya li dijî Efxanistanê re dest pê kir. Mirov dikare weke çirûska 3’yemîn Şerê Cîhanê destnîşan bike. Bi êrîşên DYA’yê yên li dijî Iraqê û bi taybet jî bi pevçûnên di 10-12 salên dawî de qewimîn re ev şer derket lûtkeyê. Modernîteya kapîtalîst dixwaze vê aloziya xwe veguhêzîne Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqayê û Asyaya Navîn. Bi derxistina pevçûn û şer re jî hewl dide temenê xwe dirêj bike. Ev polîtîkaye herî zêde jî li ser jinan tê meşandin. Heke em ji bo tevekan mînakekê bidin, di nava du salan de korona li seranserî cîhanê belav bû. Vê vîrûsa biçûçik, rûyê rasteqîn ê modernîteya kapîtalîst nîşanî hemû cîhanê da û nîşanî hemû cîhanê da bê ka çiqas dijminê jinan e. Tundî û êrişên li ser jinan, ya li kolan, mal, kargeh û her deveran, di dema pandemiyê de hîn zêdetir bû ku di dîroka mirovahiyê de tu carî ewqas zêde nebûbû.   Ev, tenê mînakek bû. Êriş û tundî ne tenê gotineke yan jî tiştekî aborî û polîtîk, mijara behsa xeberê qirkirina jinan e. Di hêla siyasî, civakî, aborî, çandî, ziman û di her alî de li dijî jinan polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Polîtîkayeke êrişê ya sîstematîk li dijî jinan tê meşandin. Ev yek li her devera dinyayê derdikeve pêşiya me. Lê ev rewş li Rojhilata Navîn hîn zelaltir û şênbertir xwe dide der.       Di van 10-12 salên dawî de berxwedana jinan bêhtir derkete pêş. Lewma jî modernîteya kapîtalîst jinên pêşeng hedef digire. Ji ber ku herî zêde ji jinên pêşeng, jinên berxwedêr ditirsin.    We bi taybet jî bal kişand ser êrişên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê. Gelo sedema vê çi ye?    Dema em li van salên dawî dinihêrin, dibînin ku berxwedana jinan herî zêde di van 10-12 salên dawî de derketiye pêş. Ji ber ku pergalên despotîk, dîktator û faşîst herî zêde xwe li Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur bi cih kirin û veguherîn pergalan. Ev yek jî bi saya zîhniyeta netewe dewletê kir. Di nava 100 salên dawî de herî zêde jin rastî êriş û polîtîkaya pişaftinê hatin. Ev êriş û pişaftin gihişt asteke xedar û li dijî wan, bi pêşengtiya jinan berxwedan û têkoşîn pêş ket. Li Tûnûsê, li Yemenê, li Îran, Iraq, Sûriye û li her deverê jinan li dijî pergalên dîktator, faşîst û despotîk ên Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur li ber xwe dan. Lewma jî modernîteya kapîtalîst jinên pêşeng hedef girtin. Di van 10 salên dawî de herî zêde jinên pêşeng bûn armanca modernîteya kapîtalîst. Ji ber ku hêzên modernîteya kapîtalîst herî zêde ji jinên pêşeng û jinên berxwedêr ditirs e.    Di esasê xwe de xwestin di şexsê jinan de vîna civakê hedef bigirin û nexwestin ku xwe bihêztir bikin. Bi vê yekê xwestin civakê polîtîze bikin û polîtîkayên xwe bisepînin. Pêşketinên li cîhanê ku em qala wan dikin, mînakên wan herî zêde li Rojhilata Navîn diqewimin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn her tim berxwedaneke xurt a jinan hebû. Ew hêz baş dizanin ku heke li cihekî jina azad hebe, nikarin wê civakê bêxin bin serweriya xwe û polîtîkayên xwe li ser bisepînin. Lewma jî jin bêhtir tên hedefgirtin. Şer û pevçûnên heyî, bandoreke mezin li jin û zarokan dike. Koçberî, êriş, tundî, xizanî, bêkarî, talankirina xwezayê û tunekirina ziraetê bandoreke mezin li jinan, zarokan û civakê dikin. Dema em li 10 salên dawî dinihêrin, gelo ma em dikarin bibêjin ji sedî 70’yî xelkê li ser xaka xwe dije? Na. Ji her welatekî ji sedî 70 xelkê wê li ser xaka xwe najîn, li bajêrên xwe, li mal û gundên xwe najîn. Koçberiyeke pir mezin heye. Sedema vê jî polîtîkaya şer û pevçûnan a van hêzan e. Armanca wan jî jin û zarok in. Ev yek jî bi xwe re xizaniyê, tunekirina pergala perwerdeyê, xelayê, tunebûnê û qutbûna ji koka xwe tîne. Ji bo civakekê xetereya herî mezin ew e ku ji koka xwe bê qutkirin. Mîna dareke ku ji rih ve hatiye derxistin û li xakeke din hatibe çandin. Ev jî xetereyeke gelek mezin e.    Di van rojên dawî de êrişên li ser Rojava, Şengal û Efxanistanê di rojevê de ne. Bi taybet jî li Rojava û Şengalê ku şerekî dijwar lê diqewime, gelo tişta ku li van devaran hêzên serdest ewqas aciz dike çi ye?    Herêmên Rojava, Şengal û Efxanistanê pir girîng in. Pergala kapîtalîzmê bi taybet jî ji wan pergalên ku li Rojava û Şengalê hatine pêşxistin ditirse. Êrişên li dijî Şengalê di demên dawî de gelek zêde bûn. Bi êriş û qirkirinan, xelkê Şengalê tê şehîdkirin. Çima? Ji sala 2014’an heta niha, di van 8 salên dawî de xelkê Şengalê di hêla polîtîk de dersên baş bo xwe girtin. Baş fêm kir ku heke parastina xwe xurt neke, rêveberiya xwe ya xweser ava neke û di rêveberiya xweser de israr neke dê tune bibe. Xelkê Şengalê êşên giran kişandin lê xwe gihand encamên stratejîk. Jinên êzdî di nava 8 salên dawî de li ser vê bingehê pêşengtiya gavên mezin kir. Di qadên jiyan, siyaset, çand, aborî û parastinê de gavên baş avêtin û xwe birêxistin kirin. Ya ku dijminan ditirsîne jî ev e. Sedema van êrişan û bazariyên qirêj ên li ser Şengalê jî ev e. Hinek derdorên kurd bi hikûmeta Iraqê, bi Kazimî re peymanên veşarî dikin. Vê yekê jî bi piştgiriya dijminê kurdan anku bi piştgiriya dewleta tirk dike. Dixwaze bi vî awayî tifaqekê ava bike da ku xweseriya Şengalê tune bike, vîna jinan têk bibe û polîtîkayên xwe yên qirêjî bisepîne.    Mirov dikare heman tiştan ji bo Rojava jî bibêje. Êrişên li dijî Efrînê, êrişên li dijî jinên Efrînê bû. Efrîn bi pergala xwe ve bajarekê jinan bû. Yek ji aliyê ku dijmin herî zêde aciz dikir jî ev bû. Tehemûla rengê jinê, vîna jinê nekirin û bi awayekî hovane êrişî bajêr kirin. Mirov dikare heman tiştan ji bo Kobanê û bajarên din ên Rojava jî bibêje. Mirov dikare qala xeta Serêkaniyê, qala asur, suryan û deverên din jî bike. Li Rojava modêlek heye. Ev modêl jî, modernîteya demokratîk e. Ev modêl ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat avakirin û di bingeha xwe de jî jinê esas digire. Ji hêla jinên azad ve hat avakirin, birêxistinkirin. Ev pergala ku em weke Rêveberiya Xweser a Demokratîk pênase dikin, tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire nava xwe. Ji bo ku ev pergal pêş nekeve, gel nebin yek, azad nebin û nekarin pêşeroja xwe ava bikin, bi dijwarî êrişî Rojava dikin. Êrişa herî dawî jî li dijî Girtîgeha Hesekê hat kirin ku êrişeke gelek xetere bû. Lê bi saya berxwedanê, ev êrişa DAIŞ’ê û hevkarên wê hate têkbirin. Lê em dikarin bibêjin ku ev talûkeye hêj jî berdewam e.     NADA hat damezirandin û dê ji welatên Lûbnan, Sûriye, Iraq, Tirkiye, Îran, Misir, Lîbya, Tûnûs, Fas, Sehraya Rojava, Yemen, Ûrdûn, Filistîn, Efxanistan, Cezayîr û Sûdanê jî nûner hebîn.    Di şert û mercên şer de jinan xwe baş birêxistin kir û 2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur li dar xist. Gelo di çarçoveya xebatên ji bo tifaq û yekitiya jinan de çi hat kirin? Xebatên çawa hatin meşandin?    Di konferansê de biryareke girîng û stratejîk hat dayîn. Ew jî, di nava 6 mehan de biyara avakirina Tifaqa Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê û avakirina Komîteya Jinan a Herêmî bû. Ev biryar, ji bo ku tifaqa jinan bikare xwe birêxistin bike hate dayîn. Dê komîteyek bê avakirin, delegeyên hemû welatan bicivin û nûnerên xwe hilbijêrin. Kesên ji bo komîteyê tên hilbijartin, dê bibe delegeya welatê xwe. Heta niha li ser vî esasî gelek civîn hatin kirin. Bi delegeyên xwe yên amade re her welatek li ser Zoomê beşdarî civîna li Beyrûdê bû.    Bi vê yekê re, bi beşdariya delegeyên her welatekî hilbijartin hat kirin. Delegeyan bi hilbijartinê nûnerên xwe diyar kirin. Kesên hatine hilbijartin jî di bin sîwana komîteyê de heta niha 5 civîn li dar xistin. Di van civînan de mijarên gelek girîng hatin nîqaşkirin. Ji endamên komîteyê du komîsyon hatin avakirin. Komîsyona yekemîn; dê ji bo prensîbên tifaqê, rêgezên wê yên bingehîn, xebat û armancên wê reşnivîsê amade bike. Dê vê reşnivîsê pêşkeşî komîteyê bikin û li ser vê bingehê jî nîqaş bên kirin. Komîsyona duyemîn jî dê planên ji bo dema nêz, dema navîn û dema dirêj nexşerêyekê amade bike û pêşkeşî komîteyê bike. Komîsyona yekemîn dest bi xebatên xwe kir. Dema xebata wan qediya jî dê pêşkeşî komîteyê bike. Weke rêveberiya koalîsyonê em ê di demên pêş de derheqê xebatê de çendek biryaran bidin. Belgeya ku di konferansê de lihevkirin li ser çêbûyî, bi alîkariya hemû delegeyan hat amadekirin. Endamên komîteyan di navbera xwe de civînan dikin û pêşniyarên komîteyên herêman jî di van komîteyan de tên nîqaşkirin. Hemû kes di vê pêvajoyê de bi awayeke çalak cih digire. Belgeya yekemîn a ku prensîbên koalîsyonê tê de hatine diyarkirin, dê di 8’ê Adarê de bi raya giştî re bê parvekirin. Koalîsyon dê damezirandina xwe bi vî awayî ragihîne. Piştre jî em ê belgeya duyemîn bi raya giştî re parve bikin ku tê de plansaziya dema nêz, navîn û dirêj hene.    Kîjan welat di koalîsyonê de cih digirin? We got ku belgeya stratejîk temam bûye. Gelo hûn dê vê belgeyê kengî bi raya giştî re parve bikin? Hûn dikarin naveroka belgeyê bi me re parve bikin?    Belgeya stratejîk dê di 8’ê Adarê de bê aşkerakirin. Ez naxwazim naveroka wê zêde aşkera bikim lê dikarim van agahiyan bi we re parve bikim; navê koalîsyonê dê bi erebî be. Navê wê, Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn (NADA) e. Dê ji her welatên Lûbnan, Sûriye, Iraq, Tirkiye, Îran, Misir, Lîbya, Tûnûs, Fas, Sehraya Rojava, Yemen, Ûrdûn, Filistîn, Efxanistan, Cezayîr û Sûdanê nûnerek hebe. Di komîteya Koalîsyona NADA’yê de 18 jin hene. Ji Iraqê 2 jin hene ku yek jê ji navenda Iraqê û ya din jî ji Başûrê Kurdistanê ye. Di belgeyê de armanca koalîsyonê, rêgez û nirxên wê yên bingehîn dê werin parvekirin. Gelo dê xwe çawa birêxistin bike? Dê di belgeyê de xebatên xwe aşkera bike. Dê serokatiya koalîsyonê bê diyarkirin. Serokatiya wê dê ji 3 kesan pêk bê û dorveger be. Sekreteryaya wê ya giştî dê hebe û dê xwe li ser komîteyên herêmî birêxistin bike. Komîteya agahî û enfermasyonê, komîteya mala çavderiyê ya jinan, komîteya birêxistinkirinê û çendek komîteyên dên dê werin avakirin.    Hem beriya 8’ê Adarê û hem jî piştre em ê civînan bikin. Derheqê armancên xwe yên salekê de em ê çendek biryarên şênber bidin. Di salekê de gelo em ê bikarin çi bikin, derheqê vê mijarê de em ê bo xwe nexşerêyekê amade bikin. Hêj nû tê damezirandin. Bi civînên rojên pêşiyê re de êdî dê karbeşiyek çêbibe. Dê li atolyeya diyarkirina stratejiyê hinek tişt zelaltir bibin. Di halê hazir de navê wê, rêgezên wê, armancên wê, şêweyê xebata wê û prensîbên giştî zelal bûne.      Tifaq û yekitiya jinan, tiştekî nebe nabe ye. NADA, ji bo vê yekê gaveke ewil e.  Tifaqa jinan dê bi xwe re şoreşeke demokratîk bîne. Ji bilî vê tu çareseriyeke din nîne.    Gelo ji bo jinan girîngiya vê tifaqê çi ye? Çima hewcehiyê bi tifaqeke wiha dibînin? Divê ev tifaqeke çawa be?    Tifaqa jinan, pêngaveke stratejîk û pêwîst e. Em nikarin bibêjin; ‘heke tifaqa jinan çêbibe baş e lê heke çênebe jî tiştek nabe.’ Tu sînoreke êrişên li dijî jinan nîne. DYA û Rûsya ji bo ku polîtîkayên xwe berbelav bikin, leşkerên xwe li Rojhilata Navîn û Efrîqayê bi cih dikin. Ev pêngavên wan, bandorê li jinan jî dikin. Dewleteke faşîst a mîna Tirkiyeyê, ji bo ku polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê belav bike, dikeve Sûdan, Tûnûs, Lûbnan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hêzên emperyal ji bo berjewendiyên xwe, polîtîkayên xwe yên yekperest didomînin. Ev polîtîkaye jî vê yekê nîşan dide; êş, pirsgirêk, tundî û komkujiyên li dijî jinan li her deverê heman tişt in. Dibe ku şêweyên wan carnan cuda bin lê naverok heman e. Madem ku sînorek ji van sûcên li dijî jinan re nîne, divê sînoreke têkoşîna jinan jî nebe. Divê em herî zêde jî ji bo vê rastiyê têbikoşin. Ji bo avakirina tifaqa jinan, NADA gavekî ewil e. Divê her tifaqeke jinan, xwedî nêrîneke jinan be. Ev yek di nava rêgezên bingehîn ên koalîsyonê de jî cih girtiye. Beriya ku em bibêjin ‘ez endama filan partî yan jî komê me’, divê mirov ji ewil bibêje; ‘weke jinekê, pirsgirêkên min ev in û çareseriya wan jî ev e.’ Divê em ji xwe bipirsin; ‘gelo ez ê çawa bikarim çareseriyekê ji pirsgirêkên jinan ên li welêt re bibînim?’ Pirsgirêkên ku jin dijîn, ji pirsgirêkên ku seranserî civakê dijîn cudatir nînin. Divê em vê pirsê ji xwe bikin; ‘weke jinekê, gelo berpirsiyariyên min ên li dijî civakê çi ne?’ Demokrasî, ji bo jinan heke nebe, nabe ye.    Demokrasî, dirûşma sereke ya konferansa me ye. Bi tifaqa jinan re dê şoreşa demokrasiyê bê afirandin. Heke yekitiyeke demokratîk çêbibe, ev yek dê bi saya yekitiya jinan çêbibe. Ji bilî vê tu çareseriyeke din nîne. Piştî Rojava, hewcedariya me bi şoreşeke din a jinan heye. Divê ev şoreş, weke şêweyeke jiyanê pêk bê. Hewceye em li her qadê bi nêrîna jinê re tifaqa ava bikin û nûjeniyê bikin. Li ser fikir û ramanan em ê bi hev re perwerdeyan bibînin. Ji ber ku mufredatên jinan ên li her deverê ji hev cuda ne. Mufredata ku jinên kurd bi kar tînin cuda ye, mufredata devereke din cuda ye. Weke jinan, em ê mufredateke stratejîk ku bi nêrîna jinan hatiye amadekirin têxin meriyetê. Tifaq û yekitiya jinan tiştekî nebe nabe ye. Têkoşîna jinan, bingeha têkoşîna azadiyê ye. Weke NADA’yê em dibêjin ku azadiya civakê, bi azadiya jinê pêkan e. Heke jin azad bibin, wê demê civak jî dê azad bibe. Tifaqa jinan dê bi demê re çêbibe û tifaqên cuda jî bên avakirin. Dê tifaqên bi civakê re bên çêkirin û di qadên hiqûq û aboriyê de jî tifaq bên avakirin. NADA, li ser vê bingehê hat avakirin. Di rojên pêş de ji bo van tifaqan dê daxuyaniyên pêwîst bên dayîn.     Hazir em niha qala têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn dikin, gelo hûn dikarin hinek qala rewşa jinan a li Lûbnanê bikin? Li wir çi diqewime û toreke têkoşînê ya çawa heye?    Hemû kes Lûbnanê weke ‘welatê jinên azad’ nas dike. Lê mixabin aloziyên di hêla siyasî, civakî û aborî yên di van salên dawî de gelek kûr bûn. Geşedanên li Îran, Iraq û Sûriyeyê bandoreke raste rast li Lûbnanê jî dikin. Her qewimîneke neyînî ya li welatên cîran, bandorê li Lûbnanê jî dike. Em nikarin tiştên li Lûbnanê diqewimin, ji van geşedanan cuda bigirin dest. Her krîza heyî jî bandora xwe li jinan dike. Heke malbateke jinekê yan jî malbatekê li derve nebe, zehmete ku li vir bijîn. Di navbera dowîz û lîreyê Lûbnanê de ferqekî gelek mezin heye. Pereyê Lûbnanê gelek ketî ye. Kesên ku mûçeyên xwe bi pereyê Lûbnanê digirin, debara xwe bi zor û zehmet dikin. Krîza aborî bandoreke neyînî li ser jinan dike.    Dizî, tacîz, destdirêjî, fihûş û qirkirinên li ser jinan di demên dawî de gelek zêde bûn. Di demên berê de jî çêdibûn lê di van demên dawî de gelek zêdetir bûn. Yek ji tiştên din a ku bandoreke neyînî li jinan dike jî pandemî ye. Li rexekî şer, alozî, krîza aborî û şewb heye lê li hêla din jî tevî van rewşên neyînî jî jinên ku li berxwe didin hene. Xebatên rêxistinên jinan ên ji bo parastina mafên jinan, berdewam in. Dema jineke ji Lûbnanê bi zilamekî ne ji Lûbnanê re dizewice, nikare nasnameya Lûbnanê ji zarokê xwe re derxîne. Anku ji ber ku bavê zarok ne ji Lûbnanê ye, lewma nikare derxîne. Mafekî jinan nîne ku nasnameyê bide zarokê xwe lê mafê zilaman heye. Ji bo ku di vê mijarê de sererastkirineke hiqûqî çêbibe, jin têdikoşin. Hêj gelek pirsgirêkên din ên bi vî rengî hene. Pêvajoyeke girîng li pêşiya jinan heye. Pirsgirêkên ku jinên Lûbnanî dijîn, ji pirsgirêkên jinên li welatên cîran cuda yan jî xweser nînin. Faktora olê ya li herêmê jî bandoreke neyînî li ser mafê jiyanê ya jinan dike.    Wek pirsa dawî, gelo ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyameke ku hûn dixwazin bidin heye?    Weke NADA’yê amadekariyên me yên ji bo 8’ê Adarê temam in. Wek koalîsyona jinan, plansaziyeke me ya çalakiyan heye. Ev çalakî dê di dema xwe de bên kirin. Hêvîdarim ku 8’ê Adara îsal bibe wesîleya tifaq û yekitiya jinan.    MA / Semra Tûran