Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin 2022-02-24 15:49:07 ÎZMÎR - Endam û rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin û piştgirî dan çalakiyê.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan a li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin, di roja 10’emîn de didome. Rêveber û endamên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) serdana nobedê kirin.    Hevserokê DAD’ê ya Şaxa Îzmîrê Zeynel Bozkurt axivî û got: “Em di rojên xizir de ne. Xizir di roja teng de digihîje meriv. Me jî xwest em di zemanek wiha de werin û divê em ji hev re xizir bin. Nobeda edlaetê têkoşînek pîroz e. Divê girtiyên nexweş hemû werin berdan.”    Hanîfe Gumuş jî li ser navê malbatan axivî û anî ziman ku AKP tenê ne li gelê kur dli gelên dinyayê zilmê dike û got: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Em naxwazin kes bimire. Em naxwazin cenazeyên girtiyên me ji hepsan derkevin. Dewlet bi awayek kêfî tevdigere. Ev ne hiqûq e. Em aştiyê dixwazin û bila tecrîd were rakirin.”