Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne 2022-02-24 15:43:08 ÊLIH - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di kongreya MEBYA-DER’ê de axivî û bertek nîşanî nêzikatiya PDK’ê ya li hemberî cenazeyan da. Ozturk, got ku tu ferq û cudahiya PDK’ê ji AKP’ê nîne.  Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûha Şaristaniyê de Winda Kirîn (MEBYA-DER) a Êlihê, 2’yemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetan a li bajêr hat lidarxistin. Di kongreyê de li gel Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, her wiha Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî jî amade bûn.   ‘ÇARESERÎ, PÊŞNIYARÊN OCALAN IN’   Ji ewil dîwana kongreyê hat hilbijartin û piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran got ku şerê li Rojhilata Navîn li gelek deverên cîhanê berbelav bûye û wiha dom kir: “Ji bo berjewendiyên xwe, bêyî ku dudil bimînin êrişî kurdan û destkeftiyên wan kirin. Jîngehên kurdan hatin serûbinkirin. Destkeftiyên kurdan hêjta jî di hedefa van hêzan de ne. Li dijî pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan ku bo Rojhilata Navîn pêş xistibûn, şer dane destpêkirin. Van dewletan pêşniyarên wî qebûl nekirin û tecrîdeke giran xistin meriyetê. Lê ev hêz niha xitimî ne. Vê dijwariya şer niha hemû dewlet şewitandine. Rêya çareseriyê di pêşniyarên Ocalan de ye.”    TÊKOŞÎNA KURDAN   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku gelê kurd ji ber erdnîgariya xwe gelek bedelên giran dane û wiha berdewam kir: “Gelê kurd, koletî red kir, li ber xwe dan û bedel dan. Lê kesên ku êrişî kurdan dikirin negihiştin armancên xwe. Hemû jî yek bi yek tune bûn. Lê gelê kurd û berxwedana wan hêj li cihê xwe ye. Çavê hemû cîhanê niha li gelê kurd e. Ji wan yek jî beyî kurdan nikare yek gavê biavêje. Em wisa bi hêsanî negihiştin van rojan. Ev yek, bi saya kesên canê xwe fedayî vê xakê kirin pêk hat.”    FELSEFEYA OCALAN   Ozturk, da zanîn ku gelê kurd bi saya têkoşînê xwe, hebûna xwe parastiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em, ji serdemekê ku kesekî nedikariya bibêje ‘ez kurd im’ û bi kurdî biaxive hatin van rojan. Kurd, her tim rastî komkujiyan hatin. Lê her komkujiyekê di heman demê de bingeha berxwedanê ava kir. Ev îradeya gelê kurd jî bi saya felsefeya birêz Ocalan çêbû. Dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’, di esasê xwe de bersiva herî mezin a li hemberî tecrîdê ye. Gelê me bi daketina qadan re bersiva herî baş dan wan kesên dixwazin bi tecrîdê re gel ji Ocalan û fikrên wî dûr bixin.”    HEVKARIYA TIRKIYE Û DAIŞ’Ê   Bi domdarî jî Ozturk bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Bi belgeyan derket holê ku Tirkiye û DAIŞ di van êrişan de hevkar in. Her cara ku DAIŞ têk diçe, Tirkiye bi alîkariya xwe hewl dide dîsa zindî bike. Bi vê yekê re êrişî Rojava dikin û komkujiyan pêk tînin. Ev rêxistina ku ne tenê ji bo kurdan lê ji bo hemû mirovahiyê weke gefekê disekine, Tirkiye tenê bi mebesta tunekirina destkeftiyên kurdan piştgiriya wê dike. Anku dijminatiya wan a li hemberî kurdan ewqasî çavên wan kor kirine.”    HELWESTA PDK’Ê   Berdan Ozturk piştre jî qala nêzikatiya PDK’ê ya li hemberî cenazeyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku goristanan bombebaran dikin, zilmekî mezin li cenazeyan û malbatên wan dikin. Li tu devereke cîhanê hûn li rastî nêzikatiyeke wiha nayên. Cenazeyên tu kesekî rastî zilmekî wiha nehatine. Heman tiştên ku Tirkiye bi cenazeyan dike, niha jî hevkarê wan PDK dike. Cenazeyên gerîlayan nadin malbatên wan. Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne. Roja ku bombe li Şengal, Mexmûr û Rojava dihatin barandin, Barzanî bi Erdogan re hevdîtin kir. Lê ev ne cara ewile ku wiha dikin. Derdekî van ê Kurdistanî nîne. Tekane derdê wan; ew bi xwe û şirikê wan Erdogan e.”    Piştî axaftinan jî hilbijartin hat kirin û Medenî Onar û Nebahat Sarhan weke hevserokên nû yên komeleyê hatin hilbijartin.