Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin 2022-02-24 15:37:44   STENBOL - Di doza Dayikên Aştiyê û du rojnamevanan de qedexeya derketina derveyî welat a li ser wan hat rakirin.    Li ber Girtîgeha Baikrkoyê ya Jinan 11 endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxuyanî dabûn. Ji ber daxuyaniyê ango çalakiyê derbarê 11 dayikên aştiyê û rojnamevan Îrfan Tuncçelîk û Umît Turhan Coşkun de bi îdiaya “muxalefetiya qanûna meş û xwepêşandana kirine” û “tevî ku ne endamên rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê û rojanmevan û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Dayikên Aştiyê bi kurdî parastina xwe kirin û tawanbariyên li ser xwe red kirin. Serokê dadgehê pirsan ji dayikan kir.    Du polîs di danişînê de wek şahid hatin guhdarîkirin û polîsan diyar kir ku bûyer nayê bîra wan.    Heyeta dadgehê xwest kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin û biryara rakirina qedexeya derketina derveyî welat a li ser dayikan û rojnamevanan da û danişînê taloqî 28’ê hezîranê kir.