Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin! 2022-02-24 13:20:17   ENQERE - Malbata Gulistan Doku ya xwest biçe ber Wezareta Dadê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û destûr nayê dayîn ku malbat ji hotêlê derkeve.    Hewldana lêgerînê ya malbata Gulistan Doku ya di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hat windakirin berdewam dike. Dayik, bav û xwişka Doku, Bedriye, Halît û Aygul Doku dixwazin bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Malbata Doku ya ku Nobeda Edaletê ji ber Edliyeya Dêrsimê di 22’yê sibatê de bir Enqereyê, bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Malbat dixwaze bi Wezareta Dadê re jî hevdîtin bike lê belê ev daxwaz nayê qebûlkirin. Malbatê xwest li hotêla lê dimînn carek din biçe Wezareta Dadê hevdîtin bike, lê belê polîsan destûr neda malbatê ku ji hotêlê jî derkeve.    Polîsên ku destûr neda malbatê ji hotêlê derkeve, rojnamevanên ku mudaxileyê dişopandin jî ji wir dûr kirin. Sekinandina malbatê ya li ber hotêlê berdewam dike.