Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin 2022-02-24 12:20:17   AMED - Doza Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran a bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” tê darizandin, hat taloqkirin.   Danişîna doza Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran a bi îdiaya "endamtiya rêxistinê ye” tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Taşkiran beşdarî danişînê nebû û parêzera wê Zeynep Işik li danişînê amade bû.    Heyeta dadgehê bi biryara ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Taşkiran de lêpirsînek din birêve dibe li benda encama lêpirsînê bê sekinandin danişînê taloqî 9'ê hezîranê kir.