Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin 2022-02-24 10:13:24 ANTALYA - Yek ji xwendekarê kurd Fevzî Aka yê li Zanîngeha Akdenîzê rastî êrişê hat, bi lêv kir ku armanca polîsên ku dereng mudaxileyî êrişê kirin, parastina êrişkaran bû.    Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê di 22’yê Sibatê de komeke nijadperestan êrişî xwendekarên kurd kirin. Di êrişê de Botan Artûç, Hatîce Tong û Fevzî Aka bi lêdanê birîndar bûn. Xwendekarên ku birîndar bûn pişt re rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Akdenîzê û Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê. Xwendekaran piştî dermankirina li nexweşxaneyan, giliyê êrişkaran kirin. Fevzî Aka yê di êrişa nijadperest de birîndar bû, kêliyê êrişê û tiştên pişt re qewimîn ji me re vegot.    30 KESAN ÊRIŞ KIR   Aka, diyar kir ku di 22’yê Sibatê saet 14.00’an de li ser agahiya ku hevala wan Hatîce Tong tê şopandin girtin, çûn zanîngehê û bi lêv kir ku piştî bi Tong re hatin gelhev bi awayekî aşkere dîsa hatine şopandin. Aka, anî ziman ku ji ber fikirîn ku ewle ye, ber bi avahiya rektoriyê ku peywîrdarên ewlehiyê lê zêde ne ve meşiyan. Aka, da zanîn ku koma nijadperest li Sûka Ûlviye ya 50 mîtroyan li dûrî avahiya rektoriyê ye êrişî wan kir û wiha got: “Bi 30 kesan êrişî me kirin. Ji ber ku em tenê 3 kes bûn me nekarî bersivê bidin. Di destê wan de mûşte, dar û kêr hebûn. Em difikirin ku çek jî bi wan re hebûn. Di encama lêdanê em birîndar bûn. Ji bo bikujin êriş kirin.”   ‘POLÎSAN KOMA NIJADPEREST PARAST’   Aka, destnîşan kir ku li ne rêveberiya zanîngehê ne jî polîsên li kampusê û cihê bûyerê bûn bi tu awayî mudaxileyî êrişkaran nekirin û wiha berdewam kir: “Polîsan û peywîrdarên ewlehiyê gelek dereng mudaxileyî bûyerê kirin. Armanca mudaxileya polîsan jî parastina êrişkaran bû. Ji ber ku dema êriş berdewam kir hin kesên li wir bertek nîşanî koma nijadperest dan û mudaxileyî bûyerê kirin. Piştî ku girseya li wir mudaxile kir, polîs û ewlehiya zanîngehê demildest hatin cihê bûyerê û ji bo êrişkar birevin ji wan re rê vekirin. Ji bilî wê dema koma nijadperest êrişî me kir ne polîs ne jî peywîrdarên ewlehiyê hebûn.”   GILIYÊ ÊRIŞKARAN KIRIN   Aka, diyar kir ku piştî li nexweşxaneyê hatin dermankirin, ji bo giliyê êrişkaran bikin çûn serî li dozgeriyê dan. Aka, bal kişand ku tevî ku giliyê êrişkaran kirine jî heta neha derbarê êrişkaran de tu tişt nehatiye kirin û ji koma êrişkar kesek nehatiye binçavkirin.    Aka, da zanîn ku ji hin kesên di nava koma nijadperest a ji 30 kesan pêk dihat de cih digirtin ne xwendekar bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hin jê xwendekar bûn hin jî jê ji derve hatibûn. Kesê bi navê Mehmet Çam ê ewilî êrişî me kir min qet li dibistanê nedîtibû. Dîsa wêneyên wî kesî bi Şefê Ewlehiyê yê Zanîngeha Akdenîzê re hene. Bi dekanan re wêneyên wî hene. Heta bi hin parlamenteran re jî hene.”   ‘LI CIHE ÊRIŞÊ KAMERA NÎNE’   Aka, destnîşan kir ku nêzî avahiya rektoriyê xwestin wan bikujin, li cihê bûyerê tu kamera nebûn û wiha got: “Bi ya min dema ku li ber avahiya rektoriyê em dişopandin, kamerayên avahiya rektoriyê ew kişandine. Dîmenên li wê derê tenê jî binêrin, êrişkar dikarin bên tespîtkirin.”   MA / Selman Güzelyüz