‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’ 2022-02-24 09:05:38 AMED - Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan diyar kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî dê di Newroza îsal de referandûma daxwaza ziman bikin. Berdevkê PZK’ê Şerefxan Cizîrî jî banga nasîna statûya zimanê kurdî li muxalefetê û desthilatê kir.  Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê bi rêzeçalakiyan 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat pîrozkirin û di çalakiyan de hat xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî. Tora Ziman û Çanda Kurdî ku gelek rêxistinên sivîl di nav de cih digirin û Platforma Zimanê Kurdî (PZK) a ku ji aliyê partiyên kurd ve hatiye damezrandin, di daxuyaniya hevpar de carek din daxwaza perwerdehiya bi kurdî û fermîbûna ziman kir. Di daxuyaniya hevpar de hat xwestin ku di pîrozbahiyên Newroza îsal bibin pîrozbahiyê “Newroza kurdî” û daxwaza perwerdehiya bi kurdî û fermîbûna kurdî were qîrkirin.    Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan û Berdevkê PZK’ê Şerefxan Cizîrî têkildarî nexşerêya xwe ya li ser zimanê kurdî ji ajansa me re axivîn.    ‘DIVÊ ZIMAN BIBE ROJEVA SEREKE’    Şîlan Elmas Kan bi bîr xist ku di civîna Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî de li ser ziman nîqaş û biryarên giranbûha derketine pêş û wiha got: “Ji bo pêşketin û statûya zimanê kurdî, nîqaş hatin kirin. Fikra hevpar ku di nav beşdaran de derket holê, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û ji bo vê xebat were meşandin. Ji bo ku zimanê kurdî di nava civakê de belav û geş bibe, divê di serî de pêşeng ango siyaseta kurd xebata viya bikin. Lazim e ziman bikin rojeva xwe ya sereke û her sazî û dezgeh xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin.”     BANGA JI BO UNESCO’YÊ    Elmas Kan anî ziman ku di civînê de ji bo ku UNESCO zimanê kurdî biparêze divê xebatên dîplomasiyê bên kirin û ji Meclisê bigire heta xebatên navnetewî werin kirin. Elmas Kan diyar kir ku pêşniyazên ku akademiyên ziman ava bibin, derketin pêş û got: “Pêşniyaza ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê sîwanek ziman hebe û ji bo zanistiyê xebatên ziman bên kirin hebûn. Bêtir ev derketin pêş. Ev pêşniyaz bêtir ji aliyê nûnerên partiyên siyasî yên kurd ve hatin kirin.”   ‘EM Ê DI NEWROZÊ DE MITÎNGA ZIMAN BIKIN’   Elmas Kan bal kişand ser girîngiya ziman a di pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê de û wiha got: “Xala herî girîng ku derketin pêş divê di mitîngên 8’ê Adarê de daxwaza perwerdehiya bi kurdî û fermîbûna ziman were kirin. Lazim e her kes li van mitîngan bi kurdî biaxive. Her wiha di pîrozbahiyên Newrozê de bi milyonan gelê kurd dicive. Em ê di mitîngên Newrozê de referandûma ziman bikin. Ev her du biryar jî ji civîna me derketin pêş.”   ‘DIVÊ 15’Ê GULANÊ LI HER DERÊ WERE PÎROZKIRIN’    Elmas Kan da zanîn ku ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî divê tenê ne li Amedê êdî divê li tevahiya Kurdistanê û metropolên Tirkiyê şahî û çalakiyên ziman werin lidarxistin û wiha got: “Gelek nîqaş hatin kirin û nexşerêya ji bo xwedîderketina ziman hat diyarkirin. Bi sedsalan e kurd daxwaza mafên xwe dikin, lê bi taybetî heta niha dewleta Tirkiyê ji bo ziman û nasnameya kurdî were nasîn, gavek neavêtiye. Em çiqas xwedî li daxwaz û mafên xwe derkevin û gav werin avêtin dê daxwazên me jî bicih werin.    ‘DIVÊ TEVAHIYA GELÊ KURD LI VÊ DAXWAZÊ DERKEVE’    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî divê tevahiya gelê kurd xwedî li vê daxwazê derkeve. Divê tenê ev kar û xebat li ser milê sazî û dezgehan neyê hiştin. Divê gel bi xwe were ji sazî û siyasetmedaran vê daxwazê bike ku ev xebatên ziman geş bibe.”    ‘KURD LI SER ZIMAN HEVBEŞ IN’    Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî destnîşan kir ku ew dibînin ku kurd ji bo mafê ziman bi hev re ne û hevbeş in û wiha got: “Hevbeşiyek çêbûye, wê ev hevbeşî gelek tiştên din jî bi xwe re bîne. Hin tişt hene gav bi gav çêdibe. Gav bi gav pêşniyaz derdikevin pêş. Pêşniyazên ku derdikevin em ê li bêjingê bixin. Û dû re tiştên ku tê xwestin em ê bixin meriyetê.”     ‘EM SIBÊ VÎ MAFÎ DIXWAZIN’    Cizîrî anî ziman ku ew dixwazin sibehê dewleta tirk mafê zimanê kurdî nas bike û got: “Lê ji bo vê yekê jî em xwe wisa zû qanih nakin. Em dibêjin me demek dirêj daye pêşiya xwe, lê em sibê vî mafî dixwazin. Di sala 2022’yan de jî em ê bixebitin. Em ê di newrozan de, di 8’ê Adarê de û di roja cejna zimanê kurdî de bixebitin. Em ê di gelek rojên din de bixwazin ku meseleya zimanê me were rojevê.”    ‘EM Ê ZORÊ BIDIN PARTIYÊN MUXALEFETÊ’    Cizîrê diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re ew ji partiyên opozîsyonê û desthilatdariyê jî dixwazin ku ji bo mafê statûya zimanê kurdî gavan biavêjin û got: “Heke hûn mafê zimanê kurdî nas nekin, hûn mafê zimanê kurdî nedin me hûnê çi bidin me? Em ê bi riya partiyên xwe siyasî zorî bidin wan. Ku hêdî hêdî xwe zelal bikin. Heta ku em bigihîjin mafê xwe em ê xebatên xwe yên ziman bidomînin. Slogana me ev e; zimanê kurdî rûmeta me ye, zimanê kurdî taca serê me ye û jiyan bi kurdî xweş e.”    ‘EM GOTINÊN GIROVER NAXWAZIN’    Cizîrî destnîşan kir ku divê partiyên tirkan jî yên ku muxalefetê dikin, pirsa zimanê kurdî bînin rojevê û gotinên xwe bi dawî kir: “Yanî wilo ne bi gotinên girover, gotinên wilo piçek xweşik, bila dev ji wan gotinên vala berdin. Em dixwazin ku hûn gav biavêjin û bêjin; ji bo zimanê kurdî em ê van tiştan bikin. Wê çaxê em ê bi wan re bin.”     MA / Ergîn Çaglar