Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin 2022-02-24 08:40:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Rûsyayê Putin ragihand ku wan li rojhilatê Ûkraynayê Donbasê operasyona leşkerî ya taybet dane destpêkirin.  Piştî ku Rûsya li Dongassê serxwebûna du rêveberiyên xweser nas kir vê sibehê li herêmê leşkerên Rûsyayê dest bi operasyonê kirin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin serê sibê zû axaftina bangkirina ji bo netewê kir. Putin bi bîr xist ku Donbass alîkariya leşkerî dixwaze û wiha got: “Li gorî vê yekê min biryar da ku operasyoneke leşkerî ya taybet organîze bikim. Armanca operasyonê ew e ku kesên ku ev 8 sal in ji aliyê rejîma Kîevê ve rastî destdirêjî û qirkirinê tên bên parastin. Em ê hewl bidin ku kesên ku hejmareke mezin ji tawanên xwînrêj li dijî sivîlan, di nav de hemwelatiyên Federasyona Rûsyayê jî hene, bên dadgehkirin û herwiha em ê Ûkrayna ji Nazîzm û mîlîtarîzmê rizgar bikin."   PUTÎN: PLANA ME YA DAGIRKIRINÊ TUNE YE    Putin destnîşan kir ku tu armancek wan ku dê axa Ûkraynayê dagir bikin tune ye û ew ê tu tiştekî bi tu kesî nedin ferzkirin.   WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ ÛKRAYNA: PUTÎN ŞER DA DESTPÊKIRIN    Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmytro Kuleba jî got: "Putin li dijî Ukraynayê şerekî mezin da destpêkirin. Êrişên li bajarên aştiyane yên Ukraynayê didomin. Ukrayna wê xwe biparêze û bi ser bikeve. Dinya dikare û divê Putin rawestîne. Dem dema bikevin tevgerê ye.”    LI KÎEVÊ DENGÊ TEQÎNAN    Hat ragihandin ku li gelek bajarên Ûkraynayê ku paytext Kîev jî di nav de ye dengê teqînan tê. Ji bilî Kîevê, li bajarên Kharkov, Kramatorsk, Mariupol, Mykolaiv û Odessa li pey hev teqîn pêk hatin.   Derbarê ku leşkerên Rûs derbasî herêmên xweser bûne yan na, tu daxuyanî nehat dayîn.