Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin 2022-02-23 21:38:10   ÎZMÎR- Platforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, ji bo berdana Tûglûkê û girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.    Platforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, ji bo berdana girtiyên nexweş û Tûglûkê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Platformê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li hemberî Îskeleya Karşiyakayê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana zinandan" hatin berzkirin. Nameya ku dê ji Wezareta Dadê re bê şandin, ji aliyê Ebrû Dînçer ve hat xwendin.    BANGAWAZÎ JI BO KAMPANYAYA ÎMZEYAN   Dînçer piştî xwendina nameyê, destnîşan kir ku tu kesên xwedî wijdan pêkanînên dijî mirovahiyê yên li girtîgehan qebûl nake û got: "Berî ku kesek din jî jiyana xwe bide, em dixwazin demildest şert û mercên girtîgehan bên başkirin û girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin bibin şirîkê feraseta zilimkar. Em di mirovbûnê de israr dikin. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku pêşî li ber vê zilmê bigirin."   Dînçer ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana girtiyên nexweş û Aysel Tûglûkê dane destpêkirin û paşê dê encama wê ji Wezareta Dadê re bê şandin, bang kir.