Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê 2022-02-23 18:17:24     ENQERE – Malbata Dokû ya hatibû binçavkirin, piştî hat berdan xwest cardin biçe ber Wezareta Dadê, lê polîsan ew asteng kir û nehişt biçe ber wezaretê.    Malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya ji 5'ê Çileya 2020'an ve winda ye, ji bo aqûbeta Dokûyê çûbû Enqereyê. Dê Bedriye, bav Halît û xwişk Aygul Dokû piştî hevdîtina bi partiyên siyasî re xwestibûn hevdîtinê bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re bikin. Lê daxwaza ferdên malbatê bi hinceta wezîr "ne musaîd e" hatibû redkirin. Piştî vê ferdên malbata Dokûyê jî li ber deriyê wezaretê sekinîbûn. Paşê polîsan ew bi erdê ve kaş kiribûn û binçav kiribûn.   Ferdên malbata Dokûyê piştî hatibûn berdan, cardin xwestibûn biçin ber Wezareta Dadê. Lê polîsan li Kolana Meşrûtiyetê pêşiya wan birî û nehiştin ferdên malbatê li ber wezaretê bisekinin. Ji ber vê malbat çû otêlê.    Malbata Dokû li bendê ye ku Wezareta Dadê brsiva wan bide.