Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê 2022-02-23 12:02:05 WAN - Hat zanîn ku destûr nehatiye dayîn girtî Ferhat Sayiner ê li Wanê girtî bû, tiştên xwe bigire gel xwe û wî sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê kirine.  Ferhat Sayiner li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind girtîbû. Hefteya bihûrî bêyî ku agahî bidin Sayiner wî sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê kirin. Hat zanîn ku destûr nehatiye dayîn Sayiner tiştên (eşyayên) xwe bigire gel xwe û derbarê sewqê de jî agahî nedane malbata wî.