Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin 2022-02-23 12:00:40   STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê li ser telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku 74 hevalên wan bi Covîd-19’ê ketine.     Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirma ya Balikesîrê 74 girtî bi vîrûsa koronayê ketin. Têkildarî mijarê girtiyan li ser telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê, girtiyên nexweş bi tena serê xwe hiştine. Girtiyan, li ser telefonê ev agahî dan malbatên xwe: “Rêveberiya girtîgehê bi tu awayî dermanan nade me. Mafê me yê tenduristiyê tê astengkirin. Em bi tena serê xwe hiştine. Banga me ji bo raya giştî ew e ku li ser vê mijarê bisekinin.”