Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da 2022-02-23 10:04:43   ŞIRNEX - Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê Serdar Kunî,  diyar kir ku ji ber polîtîkayên heyî yên hikûmetê tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê zêde bûye û ev tişt got: "Zimanê hikûmetê xebatkarên tenduristiyê bêîtîbar dike."   Di 21'ê sibatê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ji ber ku seromê li xizmekî wî nedabû dozgerekî gefa "şopandina hiqûqî" li bijîşk Mehmet A. O. xwaribû. Bijîşk A.O. ku gef lê hatibû xwarin, Koda Spî (Amûra rêvebirina rewşa lezgîn ku armanc dike pêşî li tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê bigire) dabû. Hat zanin ku dozgerê gef li bijîjk A.O. xwariye wê derbarê mijarê de îfade bide. Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bijîşk Serdar Kunî, derbarê mijarê de axivî û bertek nîşanî gef û tundiyên li dijî kedkarên tenduristiyê da.    'EM Ê ŞOPDARÊ DOZÊ BIN'    Bijîşk Kunî, diyar kir ku zimanê desthilatê tundiyê zêde dike û wiha got:"Bi vê polîtîkayê desthilat bijîjk û xebatkarên tenduristiyê bêîtîbar dike. Mînaka herî dawî jî li dijî hevalê me yê bijîjkê pispor ê Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê pêk hat. Kesekî ku xwe weke xizmê girtî dide nîşandan tundiyê li hevalê me dike û gef lê dixwe. Weke Odeya Tabîban û xebatkarên tenduristiyê em ê li dijî vê tundiyê bisekinin.  Di heman demê de em ê li gel hevalê xwe bin. Em ê heta dawiyê şopdarên vê dozê bin. Piştî ku hevalê me yê bijîşk koda spî da bûyer derbasî darazê bû. Em ê bûyerê bişopînin û pêşiya wê bernedin."   'ZIMANÊ HIKÛMETÊ BÊÎTÎBAR DIKE'    Kunî, da zanîn ku bi tundiyê qada tendûristiyê tê tengkirin û ev tişt anîn ziman: "Di her şert û mercan de dibêjin, 'heqê xebatkarên tenduristiyê nayê dayîn'. Lê em dibînin ku mafê me nayê dayîn. Encama ku ji ber pirsgirêkên xizmeta tenduristiyê em gihîştinê li holê ye. Her roj tundî li hevalekî me tê kirin. Heke dozgerek jî rabeserî li vê yekê bide, divê em hemû baş bifikirin. Bi ya min divê herkes li zimanê xwe haydar be. Bi taybetî jî divê desthilat li zimanê xwe baldar be. Lewre ew zimanê desthilatê xebatkarên tenduristiyê bêîtîbar dike. Dema ku xebatkar bêîtîbar dibin kesên ji vê hêz digirin serî li tundiyê didin. Em dixwazin qanûna ku Yekitiya Tabîbên Tirk der barê şîdeta di tenduristiyê de pêşkêşî parlementoyê kiriye di demeke zûtirîn de bê qebûlkirin."