‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin' 2022-02-23 09:00:50 ENQERE - Parêzer Emrah Baran, anî ziman ku girtiyê nexweş Mehmet Hanefî Bîlgîn ji ber îhmalkariya îdareya girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û di lêpirsînê de hê jî îfadeyên gardiyanên berpirs nehatine girtin.  Li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê girtiyê nexweş Mehmet Hanefî Bîlgîn di 30'yê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên wî yên pê re di heman qawîşê de, di nameya xwe de ragihandibûn ku berî mirina Bîlgîn bi 2-3 rojan ew jî nerihet bûne, lê îdareya girtîgehê ew nebirine revîrê û ji bo vê tu tevdîr jî nestendine.    Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Emrah Baran ku tim serdana Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê dike, anî ziman ku berî Bîlgîn jiyana xwe ji dest bide bi 3 rojan li qawîşa wî nîşaneyên Covîd-19'ê hebûne, lê ji bo vê tiştek nehatiye kirin û mafê jiyana wî hatiye binpêkirin.    ‘DAXWAZÊN WAN NEHATINE QEBÛLKIRIN'   Baran, ragihand ku nerihetiya girtiyên di qawîşa Bîlgîn de ji 27'ê Çileyê dest pê kiriye û li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê testa Covîd-19'ê ya 7 girtiyan pozîtîf derketiye. Baran, bilêv kir ku girtiyan hem bi devkî hem jî bi nivîskî nerihetiya xwe ragihandine îdareya girtîgehê û got: "Lê îdareya girtîgeê daxwazên wan qebûl nekiriye. Gardiyanek çûye li nebza girtiyan mêze kiriye û gotiye dê hemşîre were. Lê hemşîre naçe û daxwaza wan a ji bo revîrê û nexweşxaneyê jî nayê qebûlkirin. Ahmed Îbrahîm Abdî di 27'ê Çileyê de nerihet dibe. A din a rojê jî Cabbar Palabiyik û Mehmet Hanefî Bîlgîn nerihet dibin. Dilê wan dixele, bêhal dikevin û navêşî dibin. Girtî cardin ji îdareya girtîgehê re dibêjin, lê îdare cardin tiştekî nake. Yanî daxwaza girtiyan a ji bo çûne revîrê yan jî nexweşxaneyê nayê qebûlkirin. Testa wan a Covîd-19'ê jî nayê kirin."    ‘BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ'   Baran, destnîşan kir ku bi awayekî pir aşkere îdareya girtîgehê berprisê mirina Bîlgîn e, ji lew re peywira îdareya girtîgehê ye ku mafê jiyanê yê girtiyan biparêzer û got: "Lê ev nehatiye kirin û mafê jiyanê yê Mehmet Hanefî Bîlgîn hatiye binpêkirin."    JI BER GARDIYANAN BI COVÎD-19'Ê KETINE   Baran, bibîr xist ku di rapora OHD'ê de ragihandine ku girtîgeh berpirsiyariyên xwe yên dema pandemiyê pêk neanîne. Baran, destnîşan kir ku ji ber ku gardiyan li gor tevdîrên pandemiyê tevnegeriyane bûne sedema mirina girtiyên wekî Bîlgîn û got: "Di giştînameyên Wezareta Dadê de, tê diyarkirin ku hin tevdîr hatine girtin. Van giştînameyan ji xwe re dikin hincet û mafê girtiyan binpê dikin. Her wiha bi qasî ku girtiyan ragihandiye gardiyan di dema belavkirina xwarinê, jimariyê û lêgerîna li qawîşan de bê maske bûne an jî di dema belavkirina xwarinê de lepik nexistine destên xwe. Em wisa difikirin ku girtî ji ber gardiyanan bi şewbê ketine."    ‘BERPIRS ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ YE'   Baran, destnîşan kir ku ewilî nîşaneyên Covîd-19'ê di girtî Îbrahîm Abdî de xwe dane der lê dîsa jî nehatiye dermankirin û got: "Necxweşiya girtî Mehmet Hanefî Bîlgîn nexweşiyeke kronîk bû. Nexweşîna qelb. Berê anjiyo bûbû. Û di warê şewbê de di koma xetere de bû. Saziyên rêxistina civaka sivîl ji bo berdana van girtiyan gelek caran bang kiribûn. Lê Wezareta Dadê û saziyên din guh li van bangawaziyan nekiribûn."    Baran got: "Piştî mirina Bîlgîn,tTesta Covîd-19'ê hatiye kirin. Di 31'ê Çileyê de. Yanî test piştî semptom diqedin bi 5 rojan hatine kirin. Jixwe em hemû dizanin test bi temamî ne rast in. Di heman qawşê de semptomên 3 kesan wekî hev bûne û jixwe wê demê li Girtîgeha Bolûyê testa gelek kesan pozîtîf bûye. Nexwe ev yek îhtimala ku girtî bi Covîd-19'ê ketine piştrast dike."    ‘ÎFADEYA BERPIRSAN NEHATIYE GIRTIN'   Baran, bilêv kir ku Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê têkildarî mirina Bîlgîn lêpirsîn daye destpêkirin û got: "Heya niha tenê îfadeyên hevalên Mehmet Hanefî Bîlgîn ên di qawîşa wî de, hatine girtin. Li gor agahiyên di dest me de îfadeyên gardiyanên berpirs nehatine girtin."