Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim 2022-02-22 15:51:50 ENQERE - Aygul Dokû ku di komcivîna HDP'ê de axivî, ev tişt gotin: "Heke em Gulistan di tariyê de bihêlin em ê hêviya xwe têk bibin. Roja ku xwe radestî vê êşê bikim ez ê bimirin. Heta ku hesabê vê ji we nepirsim ez ê nemirim." Dayik, xwişk û bavê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku di 5'ê çileya 2020'an de li Dersimê winda bû Bedriye, Halît û Aygul Dokû tevlî komcivîna HDP'ê bûn. Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, xûça Dokû Aygul Dokû axivî û ji kursiyê meclisê yê koma HDP'ê ji bo xwişka xwe bang kir.     Dokû, ji ber derfet dayîna wê spasiya HDP'ê kir û destnîşan kir ku xwişka wê 781 roj in winda ye û ev tişt gotin: "Dixwazim ku ji kursiyên AKP, MHP û CHP'ê û partiyên din jî ev pirs bikim. Em dixwazin ku ew jî li me xwedî derkevin. Gulistan xwendekara zanîngehê bû. Rexmî xizaniya malbata xwe jî me şand dibistanê. Em li bendê bûn ku Gulistan bê malê, ez kesên ku vê bi taritiyê bi me didin jiyandin nelet dikim. Dixwazim ku ew vê baş bizanibin; ne îro roja ku em xwe radest bikin em ê Gulistanê wê rojê di tarîtiyê de bihêlin. Heta ku em Gulistan Dokû nebînin û hesab ji kesên ku tarîtiyê bi me didin jiyandin nepirsin em ê xwe radest nekin. Bila gumanan nekin em ê yeko yek hesabê van rojan ji tevan bipirsin."   'DOZGER DI BELGEYÊN KRÎMÎNAL DE TUNE YE'   Di berdewamê de Dokû, da zanîn ku di 5'ê çileyê de rayedarê bi navê Tûncay Sonel bi telefonê li wan geriyaye û ji wan re gotiye, 'Keça we întihar kir, li ser zarokê xwe sond dixwim ku ez ê cenazeyê wê bidim we' û ev tişt anîn ziman: "Tûncay Sonel waliyê demê, got keça we întihar kiriye. Hadê bila wisa be. Heke Gulistan Dokû întihar kiribe, di belgenameya krîmînal a dozgeriyê bixwe şandiye de çima tê diyarkirin ku tiştekî xwe avêtiye avê tune ye? A duyemîn gumanbarê sereke Zanînal Abarakov nehat binçavkirin. Me gelek caran anî ziman û got ku tê parastin. Lê me nikaribû dengê xwe bidin bihîstin. Dayika gumanbarê sereke ji CÎMER'ê re daxwaznameya nivîsandiye û gotiye, 'kurê min bi ferman walî bixwe şandine Rûsyayê'. Banga min li tevahiya dozgeran, bi wijdan bifikirin. Gelo peywira amirê mulkî yê bajar derxistina gumanbar a ji bajar e yan astengkirina wî ye?"   'HETA KU HESAB NEPIRSIM EZ Ê NEMIRIM'   Dokû, bi kêv kir ku xwedî nasnameya kurd û got ku ew bang li hemû kesên xwedî nasnameya tirk dike û ev tişt got: "Xwişk û birayên xweşewîst di vê pêvajoyê de min gelek êş kişand. Beriya 5'ê çileyê van bûyeran nizanibûm. Heke hûn bûna wê van tiştan bihatina serê we jî. Ji bo ku siberojê hûn jî di tarîtiyê de li Gulistanên xwe negerin tiştên hatine serê xwe vedibêjim. Nasname û nîjada we çi dibe bila bibe dibe ku sibê hûn jî êşê bijin. Ez vê bi xemgînî dibêjim. Dixwaz im bang li rayedarên dewletê jî bikim. Rast e Gulistan ne keça we ye, kîjan hevokê bi kar bînim jî ez ê bi bandor li we nekim. Daxwaza min ew e ku hûn keçeke ciwan a 21 salî di tarîtiyê de nehêlin. Divê herkes li tarîtiya Gulistan xwedî derkeve. Heke em Gulistan di tarîtiyê de bihêlin em ê hêviya xwe têk bibin. Roja ku xwe radestî vê êşê bikim ez ê bimirin. Lê vê bizanibin heta ku hesabê vê ji we nepirsim sond ez ê nemirim."   Piştre malbata Dokû tevlî komcivîna CHP'ê bû.