Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin 2022-02-22 15:21:25   AMED - Malbatên girtiyan ên Amedê di roja 99’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de destnîşan kirin ku zarokên wan li ber mirinê ne û heta rêyekê dibin vê pirsgirêkê jî dê çalakiya xwe bidomînin.    Ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatên girtiyan, di roja 99’emîn a çalakiyê de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin ba hev. Beriya daxuyaniya malbatan, derdora girtîgehê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirîn (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) xwestin piştgiriyê bidin malbatan. Lê polîsan nehiştin ku biçin cem malbatan. Malbatên girtiyan tevî dorpêça polîsan jî daxuyanî dan.    ÇALAKIYA LI PÊŞIYA ATK’Ê   Ji xizmên girtiyan Încî Guler di serî de bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Zarokên me bi salan e di girtîgehê de ne. Ji bo ku dengê wan bê bihîstin, em li vir in. Me bangî parêzer û partiyan kir. Lê destûr nedan ku bên cem me. Gelo heke destûrê nedin vê jî, em ê çawa bikarin dengê xwe bidin bihîstin? Em ê bi ku de biçin? Em ê sibe biçin pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK). Zarokên me êşê dikêşin. Dê parêzerên me sibe jî li cem me bin. Em dixwazin ku dengê me bê bihîstin. Em heta Enqereyê jî çûn lê dengê me nayê bihîstin. Dema mijar bû kurd, hemû kes dibe yek. Zextê li me dikin.”    'ZAROKÊN ME LI SER DOŞEKA MIRINÊ NE’   Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî da zanîn ku ev nêzî 100 roj in çalakiyê dikin û wiha got: “Zarokên me li ser doşeka mirinê ne. Em ji bo wan û hemû mirovahiyê edalet, aştî û wekheviyê dixwazin.  Em naxwazin êdî ji girtîgehan darbest derkevin. Bila zextên li ser zarokên me xelas bibin. Dilê me bi tirsa agahiyên nebaş lê dide. Ne şeva me şev e, ne jî roja me çi roj e. Ev bû mehek ku nikarim biçim hevdîtinê. Dema telefon û derî lê didin, tirs dikeve dilê me ku agahiya cenazeyê bidin me. Heta ku rêyekê dibin vê pirsgirêkê em ê nobeta xwe bidomînin. Daxwaza me edalet e. Kezeba me şewitî, qet nebe bila ya kesekê din neşewite.”    ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ   Girtiyê bi navê Yûsûf Bozan, li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê tê girtin û dayika wî Meymenet Boz jî di çalakiyê de axivî. Boz, qala hevdîtina li ser telefonê ya bi kurê xwe re kir û ev tişt anî ziman: “Dema em zivistanê diçûn hevdîtinê, girtîgeh gelek sar bû. Niha jî zêde germ in. Kurê min da zanîn ku li hundir ji german difetisin. Ji ber ku stranên kurdî gotine, ceza lê hatiye birîn. Kurdî, zimanê me ye. Gelo kî dikare li zimanê me ceza bibire? Em edaletê dixwazin.”    Malbatên girtiyan, piştî axaftinan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Çalakî bi tililî û çepikan bi dawî bû.