Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin 2022-02-22 14:15:03   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat  Tuncel ku bi hêceta “Heqaret li serokkomar kiriye” dihat darizandin, hat beraetkirin.    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel bi hêceta ku “Heqaret li Serokkomar” kiriye dihat darizandin. Dadgeha Amedê 11 meh û 20 roj ceza li Tuncel birîbû. Dadgeha Îstînafê ceza xera kiribû û doz ji nû ve hat dîtin. Doz îro dîsa li Dadgeha Amedê hat lidarxistin û derbarê Tuncel de biryara beraetê hat dayîn.    Tuncel di 28’ê cotmeha 2016’an de gotibû, “Erdogan dijminê jinan û kurdan e” û ji ber vê gotinê bi îdiaya ku “heqaret li serokkomar kiriye” doz lê hatibû vekirin.