Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne 2022-02-22 09:01:20 STENBOL - Girtî Sîbel Balaç 65 roj in û girtî Gokhan Yildirim jî 30 roj in ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ne.  Li Girtîgeha Sîncanê girtî Sîbel Balaç 65 roj in û li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê Gokhan Yildirim jî 30 roj in ji bo darizandineke adil di greva birçîbûnê de ne.    SÎBEL BALAÇ   Sîbel Balaç gava mamosteya kesên astengdar bû hatibû sirgûnkirin û bi mobbîngê re rû bi rû mabû. Balaç ji ber vê îstifa kiribû. Di heman salê de karmend, mamoste û akademîsyenên bi Biryarnameya di Hiqmê Qanûnê de hatibûn îxrackirin jî li Kolana Yuksel a Enqereyê çalakiya "ez karê xwe dixwazim" dabûn destpêkirin. Balaç jî tevli vê çalakiyê bûbû û di 10'ê Kanûna 2018'an de li Kolana Yukselê tevî çalakgeran hatbû binçavkirin û di 18'ê Kanûnê de jî hatibû girtin. Bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 15 roja ceza li Balaçê hatibû birîn.    Balaç di 19'ê Kanûna 2021'ê de ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ragihandibû ku ji bo darizandinek adil dest bi rojiya mirinê kiriye.    GOKHAN YILDIRIM   Gokhan Yildirimê ku li Taxa Gaziyê ji ber ku li dijî tiryakê têkoşiyaye û paşê bûye hedef û hatiye girtin jî, bi hin sûcên edlî 46 sal ceza lê hatiye birîn. Yildirim ku ji sala 2016'an ve di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1'ê de ye, di 25'ê Kanûna 2021'ê de ragihandibû ku ji bo darizandineke adil dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiriye. Yildirim di 22'yê Çileya 2022'yan de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê   BANGAWAZÎ   Malbatên TAYAD'î xwestin demildest daxwazên zarokên wan ên di rojiya mirinê de bên qebûlkirin û gotin: "Li gor hevalên wan ên girtîgehê ragihandine Sîbel û Gokhan ji ber rojiya mirinê êdî nikarin hereket jî bikin. Sîbel pir zihîf bûye. Gokhan jî êdî nikare ji nav cihan rabe. Ger daxwazên wan neyên qebûlkirin dê rewş pir xirab bibe. Lewma em bang li raya giştî dikin ku di vî warî de hesas be. Bila her kes bibe dengê zarokên me. Bila Sîbel û Gokhan jî wekî Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest nedin."