3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan 2022-02-21 18:47:56   STENBOL - 3 endamên DÎAYDER'ê yê ji ber xutbeya kurdî hatibûn girtin, hatin berdan û derbarê 6 kesan de jî biryara berdewamiya girtinê hat dayîn.    Danişîna doza Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER), li Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê hat lidarxistin. Serokê DÎAYDER'ê Ekrem Baran û 8 kesên din li Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn. Endamên DÎAYDER'ê yên bi awayekî negirtî tên darizandin û malbataên wan jî di nav de gelek kes tevli danişînê bûn.   Meqama îdiayê di mutalaaya xwe de xwest ji 9 kesên girtî tenê Enver Karabey bi şertê kontrolkirina edlî bê berdan.   Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe de. Dadgehê biryar da ku Sefa Mehmetoglû, Nezîr Demîrcî û Enver Karabey bên berdan û derbarê 6 kesên girtî de jî biryara berdewamkirina girtinê da. Her wiha heyeta dadgehê cezayê hepsa malê ya 3 kesan jî betal kir.   Danişîna bê dê di 18'ê Adarê de bê lidarxistin.   Di doza DÎAYDER'ê de 6 kes bi awayekî girtî, bi giştî 23 mele tên darizandin.