Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin 2022-02-21 17:55:34           AMED - Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên ku ji ber zextên PDK'ê dest bi rojiya mirinê kiribûn, piştî daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe di roja 9'an de bi dawî kirin.    Karmendê Konsolosxaneya Tirkiyeyê yê Hewlêrê Osman Kose di 17’ê Tîrmeha sala 2019’an de hatibû kuştin. Li ser vê yekê ciwanên kurd Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er bi hinceta kuştina Osman Kose hatibûn binçavkirin û paşê dadgehê cezayê darvekirinê li wan birîbû. Her du ciwanên ku li Hewlêrê girtî ne, ji ber tahde û zextên PDK'ê dest bi rojîya mirinê kiribûn. Lê piştî daxwazên Er û Dag hatin qebûlkirin, çalakiya xwe bi dawî kirin.   Dag û Er telefonî malbatên xwe kirin û ragihandin ku daxwazên wan hatine qebûlkirin û çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirine.