Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin 2022-02-21 16:57:09   STENBOL - Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê civiyan û gazî rayedaran kirin ku daxwazên girtiyan qebûl bikin û greva birçîbûnê bi dawî bibe.    Girtîyên li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê 36 roj in li dijî zext û êrişên li ser xwe û binpêkirina mafên xwe ketine greva birçîbûnê. Malbatên girtiyan ji bo daxwazên zarokên wan werin qebûlkirin, li ber girtîgehê civiyan. Malbatên girtiyan ji bajarên wek Amed, Êlih, Sêrt û Agiriyê jî hatin û beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî piştgirî da malbatên girtiyan.    DAXWAZA HEVDÎTINÊ HAT REDKIRIN    Di daxuyaniyê de parlamenter Oya Ersoy axivî û ani ziman ku ji ber ku li girtîgehan binpêkirina mafan diqewimin ew ber deriyê girtîgehê kombûnê û got: "Di nava du mehan de liv ê girtîgehê kesek jiyana xwe ji dest da, kesek hewl da întîharbike. Ji ber lêdan û êrişa gariyanan kesek rakirin nexweşxaneyê. Me xwest em bi girtiyan re hevdîtin bikin lê îdareya girtîgehê xwesteka me red kir. Niha li vê girtîgehê 12 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Tenê daxwaziya wan ew e ku li gel rêveberiya girtîgehê hevdîtinekê pêk bînin û pisgirêkên hene werin çareserkirin.”    ‘GIRTÎ LI MUXATABAN DIGERIN’    Ersoy da zanîn ku daxwazên girtiyan ew e ku di şert û mercên mirovî de bijîn û wiha got: “Daxwazên girtiyan nêzîkatiyek mirovî ye û başkirina şertên girtîgehê ye. Girtî Li muxatab digerin. Wezîfeya Wezîrê Dadê û rêveberiyên girtîgeha ew e ku ewlehiya canê girtiyan biparêze. Li vê girtîgehê, îşkence, tundî, tacîz û bindestî heye. Ji jiyana her girtiyekî Wezîrê Dadê berpirsiyar e. Li vê girtîgehê gelek girtiyên nexweş hene. Ji hefteyê carek agahiya mirina girtiyek ji bo me tê. Ji rawestandina mirina girtiyan dewlet wezîfedar e.”    ‘DIVÊ DEWLET GIRTIYAN PIŞTGUH NEKE’    Dayika Mehmet Yildirim ê girtî, Aslihan Yildirim jî da zanîn ku kurê vê 17 sal e li girtî ye û got: “Kurê min 4 caran emeliyat bû. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Dewlet bila vê meseleyê piştguh neke. Ez bi halê xwe yê nexweş ji rêya dûr hatime kurê xwe bibînim. Tenê derdê me ew e ku dewlet girtiyên nexweş berde û hesreta dayikan bi dawî bibe."    Piştî axaftinan malbatên girtiyan li ber girtîgehê rawestiyan. Hêj malbat li ber girtîgehê ne.