Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin 2022-02-21 15:58:23 AMED - Rêveberên kevn ên nû yên Baroya Amedê ku ji TCK 301'ê dihatin darizandin beraet kirin.    Ji ber daxuyaniyên ku di navbera salên 2016 û 2018'an de dabûn û raporên ku amade kiribûn, derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê berê yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û 9 endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê doz hatibû vekirin. Danişîna hiqûqnasan li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê derbarê hemû hiqûqnasan de biryara beraetê da.