Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye 2022-02-21 14:45:09   NAVENDA NÛÇEYA- Mazlum Dag û Abdurrahman Er ku li girtîgeheke Hewlêrê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên girtîgehê ev 9 roj in di rojiya mirinê de ne. Dag bi rêya malbata xwe da zanîn ku xetere li ser jiyana wan heye.   Mazlum Dag û Abdurrahman Er bi îdiaya kuştina karmendê Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê Osman Kose hatibûn girtin û dadgehê cezayê îdamê dabû. Ji bo protestokirina binpêkirinên li girtîgehê û nebersivandina daxwazên wan, Dag û Er ji 13’ê sibatê ve li girtîgeha Hewlêrê di çalakiya rojiya mirinê de ne.   Têkildarî mijarê Mazlum Dag li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan: “Mafên me tên binpêkirin. Êdî tu bersivan nadin daxwaznameyên me. Rayedarekî girtîgehê ji me re got; ‘Em tola kuştina endamê MÎT’ê Osman Kose ji we dihilînin.’ Li girtîgehê bersiva daxwaznameyên DAIŞ’iyan tê dayîn û bi wan re yekser hevdîtin tên kirin. Min û hevalê xwe Abdurrahman heta niha 50 daxwazname dane lê nehatine bersivandin. Li ser jiyana me xetere heye û em dixwazin di zûtirin dem de hevdîtin bên kirin.”    Hat zanîn ku Dag û Er êdî nikarin avê jî vexwin û xwînê diverişin.